Panela li Kobanê ya ji bo azadiya rêbertî bi dawî bû

Panela li Kobanê ya li derbarê azadiya Rêber Abdullah Ocalan a bi navê "Dem dema azadiya rêber Apo ye" bi daw bû.

Panela li Kobanê ya ji bo azadiya rêbertî bi dawî bû
8 cotmeh, 2020   17:11
KOBANÊ

Panela derbarê azadiya Rêber Abdullah Ocalan de ya ku ji aliyê Akademiyên Civaka Demokratîk a Herêma Firatê ve li parka Ronî War a li bajarê Kobanê hate lidarxistin, piştî dayîna  semîneran bi girtina biryaran bi dawî bû.

Di semîneran de, rastiya rêbertî di çareserkirina pirsgirêkên kurdî de, rastiya rêbertî di  çareserkirina aloziya Rojhilata Navîn de, projeya şaristandiya demokratîk wekî alternatîfa şaristaniya kapîtalîst were destgirtin, ji bo çareserkirina pirsgirêkên dîrokî û nûjen pejirandina xeta Rêber Abdullah Ocalan hate destnîşankirin.

Semînera sêyemîn ji aliyê endama Meclisa Edaletê ya herêma Firatê Bekir Cerada ve hate dayîn. Bekir diyar kir ku komplo li dijî hemû gelên Rojhilata Navîn e, lewra divê hemû pêkhate li dijî komployê rabin da ku rê li ber pêkanîna demokrasiyê û azadiya rêbertî û pêkanîna projeya wê wekî çareseriyeke ji hemû krzîên Rojhilata Navîn re were vekirin.

Bekir Cerada wiha domand: "Cîhan ji demokrasiyê dûr e. Ji bilî projeya neteweya demokratîk tu çareserî nine ku cîhanê ji kapîtalîst û despotiya wê rizgar bike."

Panel bi xwendina encamnameya panelê ji aliyê endama rêveber a Kongreya Star Rewşen Hacim ve bi dawî bû.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Piştî 5 salan ji wêran û tarîbûn, projeya neteweya demokratîk ronî da û tarî rakir. Vê projeyê hebûna xwe li ser erdê sepand, bi taybet di biratiya gelan, jiyana azad û roja jinan a sereke di civakê de diyar dibe. Jin êdî hêdî hêdî ji zihniyeta ku civakê wêran dike rizgar bike. Bi vê wesîleya bi êşa ya li ser gelê me em van biryaran digirin: "

-Di her qadan de asta têkoşînê were bilindkirina  û zanebûna gel were zêdekirin.

-Ji bo şîrovekirina komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan panelên berfireh werin lidarxistin.

-Banga li cîhana azad were kirin ku li hemberî her kesên ku hewl didin meşeleya demokrasiyê bitefînin rabin serhildanan.

-Xwe û derdor bi fikirê neteweya demokratîk were îqnakirin.

-Divê gelê Kurd ji wateya partîbûnê ya teng derkeve û girîngiyê bidin yekitiya gelan li hemberî komployan û ji nakokiyên xwe yên gel lawaz dike û dijmin bi hêz dike dûr bikeve.

- Divê Akadmeiyên Civaka Demokratîk perwerdeyan zêde bikin ku karibe kadroyan ava bikin ku civakê hişyar bikin ku ev komplo ne tenê li dijî kesekî lê li dijî gelê Kurd û tevahî gelên azadîxwaz û demokrasîxwazin e."

ANHA