Banga bidawîkirina tecrîdê li CPT'ê kirin

Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan bang li CPT'ê kir ku erkên xwe yên li hemberî îşkencekirina fikirî û derûnî û fîzîkî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi cih bînin û fişarê li rejîma Tirkiyê bike da ku dev ji van kiryaran berde.

Banga bidawîkirina tecrîdê li CPT'ê kirin
8 cotmeh, 2020   16:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan a Sûriyê têkildarî tecrîd û komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan daxuyanî da.

Daxuyanî bi amadebûna çalakvanên hiqûqî, endamên Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan li ber avahiya Meclisa Edaleta Civakî ya li bajarê Qamişlo hate xwendin.

Endama navendê parêzer Xedîca Îbrahîm daxuyanî xwend û got: "Jinên Kurd karîn hebûna xwe û hêza xwe ya siyasî, leşkerî û rêveberî îsbat bikin. Ev hemû bi saya fikir û felsefeya ronakbîr û fîlozof birêz Rêber Abdullah Ocalan e. Rêbertî dît ku rastiya jina azad, rastiya sereke ya jiyana civakî ye. Li ser vê bingehê û ji bo derxistina vê rastiyê têkoşîne û destek da jinan da ku di qada siyasî, civakî û leşkerî de cihê xwe bigire. Her wiha mafên jinan da wan û teqez kir ku divê jin xwediya xwe be û kiribe xwe û civaka xwe bi rê ve bibe."

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, jinên ku xwedî li fikir û felsefeya Ocalan derketin, hebûna xwe ji cîhanê re îsbat kir û bûn mînak. Ocalan kesê yekemîn bû ku analîzên berfireh û kûr derbarê doza jinên kurdî, şêwazî têkilî û jiyanê de pêşkêş kir. Her wiha şoreşa azadiya jinan wekî çalakiyeke felsefî û hêmaneke bingehî ku jinan bigihîne ewlehiyê girt dest.

Ji ber ku em bi berhemên birêz Ocalan û keda wî ya ji bo mirovahiyê bi giştî û jinan bi taybet daye bawer in, em di salvegera 23'yan a komploya navneteweyî ya li dijî wî de piştgiriya xwe ji bo wî nîşan didin. Birêz Ocalan di felsefeya xwe ya neteweya demokratîk de banga jiyana aştiyane ya di navbera netew, ol û hemû etnîkan de kir. Li ser vê em tecrîda girankirî ya ku ji sala 2011'an ve li ser wî hatiye ferzkirin şermezar dikin û dewleta Tirk berpirsyarê ewlehî û tenduristiya wî dibînin. Ev tecrîd li dijî qanûn û peymanên navneteweyî yên têkildarî mafên mirovan e, bi taybet li dijî rêgezên girtiyan.

Li gorî wê: Mafên her girtiyekî ye ku têkilî bi cîhana derve re bike (Malbat, heval û parêzer).

Girtî divê di girtîgeheke nêzî mala wî de be.

Her wiha li gorî van rêgezan:

Divê girtîgeh hawirdoreke ewle be ji bo kesên ku lê dijîn.

Nabe girtî li ser tenduristiya xwe ya fîzîkî bi fikar be.

Her wiha li gorî ragihandina cîhanê ya mafên mirovan:

Hemû kesên ku ji azadiyê xwe bêpar mane, di her demê de, divê nêzîkatiyên bi mirovî li hemberî wan bê kirin û rêz ji rûmeta wan re bê girtin. Nabe werin îşkencekirin an cezayên giran li wan were kirin, nabe heqaret li wan were kirin.

Li ser vê yekê em bang li rêxistinên hiqûqî û navneteweyî, bi taybetî Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) dikin ku erk û berpirsyartiyên xwe li hemberî îşkenceya fikirî, derûnî û bedenî ya li dijî birêz Abdullah Ocalan pêk bînin. Her wiha em bang li Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT), dikin ku fişarê li dewleta Tirk a dagirker bike ji bo ku tedbîrên tecrîda plankirî bi dawî bike û rewşa Ocalan eşkere bike û bihêle ku malbat û parêzer serdana wî bike."

<iframe width="560" height="316" src="https://www.youtube.com/embed/mq1wic2a0yI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>