Ji Partiya Pêşerojê ya Sûriyê pêngava"Em dagirkeriyê têk bibin û şoreşê biparêzin"

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê pêngava "Em dagirkeriyê têk bibin û şoreşê biparêzin" ragihand û banga bilindkirina ast têkoşînê li dijî dagirkeriyê kir.

 Ji Partiya Pêşerojê ya Sûriyê pêngava"Em dagirkeriyê têk bibin û şoreşê biparêzin"
8 cotmeh, 2020   14:52
REQA

Endamên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, li ber avahiya partiyê ya bajarê Reqayê kom bûn û daxuyaniyeke parve kirin.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê û hate gotin: "Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bi domdarî gefên pêkanîna êrişan li dijî herêmên me dixwe. Armanca wan dagirkeriya xwe berfireh bikin, fitneyê di nava pêkhateyên gelên Sûriyê de derxînin bike, tevna wê ya civakî ji hev bixe û têkiliyên wê lawaz bike, her wiha destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibin."

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 9'ê Cotmehê de êrişên dagirkiriyê birin ser Serêkaniyê û Girê Spî, herêm dagir kirin, ewlehiya wê têk birin û şênî qetilkirin û koçber bikin.

Di berdewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ser şehîdxistina Sekretêra Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef û ajokarê wê Ferhad Remedan û ev tişt hate diyarkirin "Di 12'ê Cotmeha 2019'an de Sekretêra Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef û ajokarê wê Ferhad Remedan hatin qetilkirin. Hevrîn Xelef banga aştî, biratiya gelan û jiyana hevbeş dikir  û bû dengê jina azadî. Şehîd Hevrîn ji bo pêkanîna aştiyê, bidawîkirina wêranbûnê û parastina xak û gelê Sûriyê û destkeftiyên wê têkoşiya. Her wiha banga diyalog û danûstandinan û dûrxistina qetilkirin û tundiyê kir da ku Sûriyê bighêje pira ewlehiyê."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ku bi hezaran jinên Sûriyê û pêkhateyên gelê Sûriyê dane ser şopa şehîd Hevrîn Xelef û ev wiha hate domandin: "Bi çend guleyan jiyana şehîd Hevrîn bi dawî kirin, lê têkoşîna wê bi dawî nekirin. Bi hezaran jinên sûrî û pêkhateyên gelê Sûriyê bêyî cûdabûna ol, çand, ziman û bawerî dan ser şopa wê û şehîd Hevrîn Xelef û Ferhad Remedan ji xwe re kirin mînak."

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê di daxuyaniyê de pêngava "Em  dagirkeriyê têk bibin û şoreşê biparêzin" ragihand û ev tişt diyar kir: "Ji bo bilindkirina asta têkoşîna azadî û aştiyê û ji bo bîranîna salvegera yekemîn a şehadeta Hevrîn Xelef û heval Ferhad Remedan em pêngava 'Em dagirkeriya têk bibin û şoreşê biparêzin' radighînin. Pêngav dê 9'ê Cotmehê dest pê bike.

Em radighînin ku em ê têkoşîna li dijî dagirkeriya Tirk û siyasetên wê yên faşîst û hebûna wê ya li herêmên me berdewam bikin."

Di daxuyaniyê de bang li gelên li Sûriyê û derve, bi taybet gelên ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate kirin ku şehîd Hevrîn Xelef di salvegera yekemîn a şehadeta wê de bi bîr bînin, sûcên Tirkiyê ya dagirker teşhîr bikin û dengê aştî û heqîqetê bilind bikin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: "Em soz didin şehîd Hevrîn Xelef û şehîd Ferhad Remedan û her kesên ku ji bo welat û azadiya wê têkdikoşe, ku em ê xeta wan bişopînin û bi dilsozî û wefedarî mîraseyên hilgirin da ku bighêjin Sûriyeke demokratîk, pirrengî  ya nenavendî."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/cpdT9HLBGIE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>