Li Şehbayê ji bo rakirina tecrîdê kampanyaya komkirina îmzeyan hate ragihandin

Meclisa Jinên Azad a Kantona Şehbayê li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan, kampanyaya komkirina îmzeyan ragihand.

Li Şehbayê ji bo rakirina tecrîdê kampanyaya komkirina îmzeyan hate ragihandin
8 cotmeh, 2020   13:59
ŞEHBA

Meclisa Jinên Azad li navçeya Fafîn a Şehbayê bi tevlîbûna hemû jinên endamên sazî û meclisan ji bo destekdayîna pêngava KCK’ê ya ‘Bes e ji tecrîd, faşîzim û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye’ daxuyaniyek da. Jinan ji bo şikandina tecrîd û bidawîkirina komploya 9’ê Cotmehê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan jî dest bi kampanyayeke ya îmzeyan kir.

Daxuyanî ji aliyê endamên Meclisa Yekitiya Jinên Azad ve bi zimanê erebî Sebah El-Nasir, bi zimanê kurdî, Rohayî Kûsa, bi zimanê tirkî Meleke Hisên û bi zimanê ingilîzî Narîman Hisên ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

 “Bangawaziya KCK’ê ku di bin diruşma ‘Bes e ji tecrîd, faşîzim û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye’ û pêngava KJK’ê ku di bin diruşma ‘Dema parastina Jina Azad û Civakê ye’ yên ku şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo hatiye ferzkirin bingeha meşandina vê pêngavê ye. Em jinên Şehbayê yên ji pêkhateyên Ereb, Kurd û Turkmen vê pêngavê hembêz dikin û bi hemû hêza xwe em ê asta tekoşînê li gorî fikira azad a Rêberê Gelan Rêber APO, bilind bikin.

Piştî lihevkirin û hunandina komployeke navnetewî li dijî Rêber Abdullah Ocalan, di dîroka 9’ê Cotmeha 1998’an de dewleta Tirk a faşîst Rêber APO dîl girt, lê belê komplo di asta dîlgirtina Rêbertî de xwe negirt rojana bi şêwaz û rûyên nû dewam dike. Ev doz di navbera gelên Kurd de sînordar nema vegûherî dozek cîhanî bi hemu civakên bindest ên ku rojana bi siyastên kaptalîst re rû bi rû dimînin, re eleqedar dibe.

Em jinên Şehbayê şahidên rastiya dewleta Tirk û siyasta faşîzma AKP’ê û MHP’ê yên ku hemû rêbazên dijmirovî derheqê jinan ji revandin, qetilkirin, destdirêjî û tecewîz, didin meşandin bi taybet di Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Bab, Ezaz, Cereblos. Di hemû kiryarên wê de zelal dibe ku dewleta Tirk yekser dijmantiya jinan dike; tirsa Tirkiye jî ji hêza jina pêşeng e. Ji bo wê êrîşên xwe bê navber dide meşandin û li gorî kiryarên dewleta Tirk tê nasîn ku zihniyet û hovîtiya DAÎŞ’ê ji dewleta Tirk hatiye û mînaka herî ber bi çav bûyerên ku li Bakurî Kurdistanê tê jiyîn û yên ku rastî van destdirêjiyan tên jinên siyastmedar, hevşeredar û jinên pêşeng in. Dewleta Tirk siyaste Çokdanînê dide meşandin. Lê li hember destdirêjiyên Tirkiyê israrkirina jinan a domandina berxwdan û serhildanê, derdikeve pêş.

Em jinên Şehbayê bi saya fikira azad a Rêber Apo roja îro bûne xwedî sekineke azad, berxwedanî û xwedî nêrînên azad. Ji bo wê em biryara domandina tekoşîna li hember faşîzma dewleta Tirk û DAIŞ’ê didin. Ji ber yên herî zêde zirar ji zihniyeta hov dîtiye em jin in û heta niha jî jinên Şehbayê li deverên dagirkirî vê hovîtiyê dijîn. Li ser vî esasî em radighînin ku heta dawî em ê piştgirî bidin pêngava KCK’ê û KJK’ê û di heman demê de bang li hemû jinan dikin ku li hember siyasta qirker ku dewleta Tirk derheqê gelan û bi taybet jinan dide meşandin, serî hildin.”

Piştî ku daxuyanî bi dawî bû pêngava Îmzeyan ji bo şikandina tecrîda ku li ser Rêber Abdullah Ocalan li Fafînê destpê kir.

<iframe width="560" height="316" src="https://www.youtube.com/embed/bXB2tHMb7rI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>