Rêveberiya Trafîkê ya Kobanê nuqteyên trafîkê li Kobanê û derveyî bajêr zêde kirin

Rêveberiya Trafîkê ya bajarê Kobanê nuqteyên trafîkê yên din danîn bi hewldanekê ji bo sivikkirina qezeyên trafîkê. Her wiha plan dike ku di rojên bê de nuqteyan li derveyî bajêr deyne.

Rêveberiya Trafîkê ya Kobanê nuqteyên trafîkê li Kobanê û derveyî bajêr zêde kirin
7 cotmeh, 2020   14:36
KOBANÊ

Rêveberiya Trafîkê ji bo rê li pêşiya rûdana qezeyên trafîkê bigire, nuqteyên kontrolê yên din li bajaêr Kobanê danîn.

Hejmara nuqteyan ku di nava bajêr de gihaşt 5`an. Ev nuqte trafîkê orgenîze dike û kesên muxalîf zeft dike. Rêveberiya Trafîkê wê di çend rojên bê de nuqteyan li derveyî bajêr deyne. Yekemîn wan nuqteyan dê li ber benda kontrolê ya Hêzên Ewlehiya Hundirîn a navçeya Şêran be û dê di dirêjahiya 24 saetan li ser kar be.

Rêveberiya Trafîkê ya leşkerî bi Rêveberiya Trafîkê ya Kobanê re koordîne dike û erebeyên leşkerî û yên ewlehiyê yên ku bi lez bendên kontrolê derbas dikin, zeft dike. Da ku asta rûdana qezeyên trafîkê kêm bibe.

Li gorî Rêveberiya Trafîkê ya bajêr, piştî ku radarek li rêya giştî hate danîn, di vê dawiyê de qezeyên trafîkê kêm bûne.

(şx)

ANHA