​​​​​​​PYD: Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo axa Sûriyê bi hezaran şehîd feda kir

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) di civînên ku ji gelên herêmê re li dar dixe de, diyar kir ku wê vîna gel ji xwe re kir bingeh û nebû ajandeya dewletên derve mîna ku opozîsyon û hikumeta Şamê kirine.

​​​​​​​PYD: Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo axa Sûriyê bi hezaran şehîd feda kir
​​​​​​​PYD: Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo axa Sûriyê bi hezaran şehîd feda kir
​​​​​​​PYD: Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo axa Sûriyê bi hezaran şehîd feda kir
7 cotmeh, 2020   14:21
QAMIŞLO

Di çarçoveya pêngava “Êdî bes e dagirkerî, êdî bes e tecrîd, ka em destkeftiyên Şoreşa Rojava û destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin” de PYD`ê rêzecivîn li bajarokê Hilwe, Maşûq, gundê Girê Mergê yê navçeya Tirbespiyê bi tevlêbûna bi sedan pêkhateyên herêmên yên Kurd, Ereb û Suryan li dar xistin.

Civîn ji hêla endamên Meclisa Giştî ya PYD`ê Abdulkerîm Saroxan, Silêman Ereb û Diyar Hesen ve hatin birêvebirin. Di civînan de geşedanên siyasî yên dawîn, siyaseta dewleta Tirk a ku şikandina vîna gelan armanc dike hatin nîqaşkirin.

Axêveran di civînan de destnîşan kir ku dewleta Tirk aloziya Sûriyê ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe bi kar tîne. Hewl dide Mîsaqa Millî ji bo vegerandina serfiraziyên osmanî pêk bîne. Îro jî kaxiza paneberên Sûriyê bi kar tîne û zextê li dewletên Ewropayê dike. Qaşo opozîsyonê weke çete ji bo pêkanîna ajandeyên xwe yên derve li Lîbya, Yemen û Azerbêcanê bi kar tîne.

Her wiha diyar kir ku PYD`ê ji destpêka şoreşê ve vîna gel ji xwe re kir bingeh, nebû ajandeya dewletên derve mîna ku opozîsyon û hikumeta Şamê kirine. Gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo parastina yekitiya axa Sûriyê li dijî terorê bi hezaran şehîd dan.

Girêdayî diyaloga kurdî-kurdî, endamên rêveber ên PYD`ê îşaret pê kir ku partî yekitiya Kurd armanc dike û projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo gelê Sûriyê hemû ye û diyaloga kurdî-kurdî li ser vê bingehê ava dibe.

(şx)

ANHA