Li Minbicê panela bi sernavê "Komplo û dagirkerî" li dar ket

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê îro panelek bi sernavê "komplo û dagirkirî" bi nêzbûna salvegera yekemîn a dagirkirina bajarê Serêkaniyê û Girê Spî û komploya navneteweyî ya li dijî gelên herêmê li dar xist.

Li Minbicê panela bi sernavê "Komplo û dagirkerî" li dar ket
7 cotmeh, 2020   15:10
MINBIC

Panel di avahiya rêveberiyê de li dar ket, tê de nûnerên ji saziyên sivîl, saziyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên wê, nûnerên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê û nûnerên ji Meclisa Leşkerî ya Minbicê amade bûn.

Beşdaran li ser 5 mijaran axivî; nêrîna dîrokê, siyaset, komplo û guhartina strtatejîk, perwerdeya îdolojî, doza jinan ji destpêka dîrokî û heta roja îro, parastina rewa û neteweya demokratîk wek proje.

Panel bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre endamê Desteya Rêveber a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Cahid Hesen li ser mijara yekemîn a panelê axivî û wiha got: "Dagirkirina dewleta Tirk ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sûriyê re komploya navneteweyî bû, bi taybet êrişên wê ji bajarên Serêkaniyê û Girê Spî re di 9’ê Cotmehê de pêk hatin."

Cahid li ser komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan a di 1998-1999’an de pêk hatiye axivî û bal kişand ser ku fişarên li dijî hikumeta Sûriyê di wê demê de ji hêla Amerîka, Rûsya, Îsraîl, Almanya, Yewnanistan û Tirkiyê de pêk hatine bû sedema pêkanîna komployê.

Endama rêveber a Akademiya Jinan a Minbicê Amara Berkel li ser mijara duyemîn axivî û wiha domand: "Her şexşek, şexseke akademisyen e, dikare tevahî civakî perwerde bike. Mirov jî heke xwe perwerde neke nikare bijî."

Ji aliyekî din ve jî endama rêveber a Meclisa Jinan Neqşiyê Xeleîl li ser mijara sêyemîn axivî û wiha diyar kir: "Dîroka jin a veşartî, tijî êş û azarên mezin e. Heke em dîroka jin nas nekin rastî nayê naskirin. Bi wê re jî em têkoşîn û berxwedana jinan jî nas nakin."

Neqşiye Xelîl bal kişand ser ku girîngiya dîrokê ji bo jinan pira ku dem borî bi pêşerojê ve girê dide. Heke bi dîrokê ve neyê girêdan wê demê nayê naskin û dê nirxên mirovahiyê parçe bibin. Naskirin û têgihiştina rastiya dîroka jinan tê wateya girêdana bi nrixên mirovahî û civakî ji bo analîzkirina cîhana îro û pêşerojê.

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş behsa mijara çaremîn kir û wiha berdewam kir: "Çi zindî li ser vê xakê, xweparastina wê heye, çi giya, çi mirov çi lawar dibe. Ev pergala xweparastinê ya her zindiyekî li gorî herêm û hawîrdorê ye da ku li hember xeteriyên ji her aliyekî ve werin, bisekine."

Derwîş wiha di berdewama axaftina xwe de pê de çû: "Mirovahî di gelek merheleyan derbas bû, di pergala xweparastinê de pişta xwe da hawîrdora heyeî. Her wiha mirovên berê di şikeftan de dijîn, alav ji kevir çêdikirin da ku parastina xwe ji lawirên dirinde bikin. Piştre mirovahiyê rêbaz û alavên parastinê ji bo desthilatê çêkirin û mirovahiyê gefa bi xwe li xwe dixwar."

Hiqûqnas Mazin Betran di mijara 5’an a panelê de li ser projeya neteweya demokratîk axivî û wiha bi lêv kir: "Tunekirina etnîk, reng û olan bi taybet li dewletên Rojhilata Navîn bû sedema lidarketina şer û şer çekdarî di navbera van dewletan de ji bo hegamoniyê."

Betran wiha axaftina xwe domand: "Heta di hundirê netewe-dewletekê de, em dibînin ku dewlet ferdên civakî dike kole û tevahî şêweyên çewisandin û desthilatê li ser dimeşîne. Van tevahî şêweyan bandor li xwezayê kir. Di encam şer û nakokiyên leşkerî de xwaza hat wêrankirin. Bi wê re tevahî gerdûn di encama alavên modernîtiya kapîtalîzmê de bandor bû."

Panel bi çawaniya rizgarkirina ji bandorên modernîtiya kapîtalîzmê û rêbazên pêkanîna çareseriyên guncaw ji bo derbaskirina wê, bi dawî bû.

(fr)

ANHA