Şêniyên Dêrazorê sûcên dewleta Tirk û paşguhkirina civaka navneteweyî şermezar kirin

Bi dehan şêniyên gundewarên rojavayê Dêrazorê bi meşeke girseyî, îro sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelên li herêmên dagirkirî şermezar kirin û bang li civaka navneteweyî kir ku sînorekî ji sûcên wê re deynin û sûdaran muhasebe bikin.

Şêniyên Dêrazorê sûcên dewleta Tirk û paşguhkirina civaka navneteweyî şermezar kirin
Şêniyên Dêrazorê sûcên dewleta Tirk û paşguhkirina civaka navneteweyî şermezar kirin
Şêniyên Dêrazorê sûcên dewleta Tirk û paşguhkirina civaka navneteweyî şermezar kirin
Şêniyên Dêrazorê sûcên dewleta Tirk û paşguhkirina civaka navneteweyî şermezar kirin
7 cotmeh, 2020   14:18
DÊRAZOR

Bi rasthatina salvegera yekemîn a dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve meş ji bajarokê Kesrat de dest pê kir. Her wiha şêniyan sûcên bênavber ên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî şêniyên herêmên dagirkirî û bêdengiya civaka navneteweyî der barê wê de şermezar kirin.

Meş ji Çerxeriya Delê ya li naverasta bajarokê Kesrat ber bi Çerxeriya Cisir a têketina bajarok ji aliyê rojava ve, dest pê kir. Di meşê de gelek endamên partiyên siyasî, komîteyên sivîl, şêx û rûspiyên herêmê beşdar bûn.

Piştî kombûna meşvanan hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Meclisa Sivîl a Dêrazorê Ziyab Ceylan û serokê nivîsgeha Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya gundewarên rojavayê Dêrazorê Zeîm Mehemûd axivîn.

Axêveran êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên bakurê Sûriyê û sûcên wê yên li dijî herêmên dagirkirî şermezar kirin û berpirsiyartî hilgirtin ser civaka navneteweyî.

Şêniyan meş bi diruşmên silavkirina berxwedana ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî dewleta Tirk a dagirker û şermezarkirina sûcên dewleta Tirk bi dawî kir.

(fr)

ANHA