​​​​​​​Li Kobanê panelek bi sernavê “Dagirkeriya Tirk û komploya navneteweyî” li dar ket

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li bajarê Kobanê panelek bi sernavê “Dagirkeriya Tirk û komploya navneteweyî” li navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê lidar xist.

​​​​​​​Li Kobanê panelek bi sernavê “Dagirkeriya Tirk û komploya navneteweyî” li dar ket
7 cotmeh, 2020   14:17
KOBANÊ

Bi dehan nûnerên saziyên civaka sivîl, Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî tev li panela TEV-DEM`ê bûn.

Serokê edîtoriya Kovara Şerq El-Ewset Selahedîn Muslim axivî û rewşa ku Sûriyê tê re derbas dibe, hîmên ku bi rêya dewleta Tirk mudexeleya kar û barên Sûriyê kirin û axa wê dagir kir nirxandin.

Muslim destnîşan kir ku bi dehan raporên girêdayî sûcên dewleta Tirk û guhertina demografiya herêmên dagirkirî gihaştine ber destê aliyên navneteweyî, hiqûqî û rêxistinên mafên mirovan.

Muslim diyar kir ku dewleta Tirk bi êrişkirina Serêkaniyê û Girê Spî yên ewle tevahiya pîvanên mirovî binpê kirin û got: "Dewleta Tirk ji destpêkê ve dixwest van herêman kontrol bike da ku armancên xwe pêk bîne."

Muslim wiha domand: “Îlon û Cotmeh li cem hikumeta Tirk mehên cuda ne. Her tim di wan mehan de komkujiyan li dijî gelê Kurd pêk tîne. Ew dixwaze vê yekê bidomîne da ku gelê Kurd negihêje armancên xwe. Dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan, kir bingeha siyaset û dagirkirina Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê. Dixwaze bi rêya gefên ku dixwe, ewlehiya herêmê bihejîne.”

Têkildarî materyal û saziyan li herêmên dagirkirî, Selahedin Muslim da zanîn ku ew sazî ji hêla tirkan ve têne birêvebirin. Dagirkerî hewl dide fikrê êlan li wan herêman bihelîne. Materyalên ku ji hêla Itîlafa Sûiyê ve hatine erêkirin, ruxmî ku bi zimanên Erebî ne, lê bi hişmendiya dewleta Tirk hatine amadekirin.

Hevseroka Meclisa TEV-DEM`ê ya herêma Firatê Cîhanê Derwîş jî bi bîr xist ku dewleta Tirk a dagirker bi alîkariya dewletên herêmî û cîhanî dest bi tunekiirna tevgera siyasî ya Kurd kir.

Cîhan Derwîş wiha pê de çû: “Dewleta Tirk a dagirker bawer kir ku bi rêya têkbirina tevgera siyasî dikare doza Kurd tune bike. lê berovajî wê ru da. Tevgera Kurd a siyasî û leşkerî zêde bû.”

Her wiha Cîhan Derwîş destnîşan kir ku dewleta Tirk gelek caran hewl daye tevgera Kurd bi rêya hedefgirtina pêşengên Kurdan tune bike. Hewl da Partiya Karkerên Kurdistanê bixe nav lîsteya terorê da ku sûcên xwe yên li dijî gelê Kurd rewa bike.

Di panelê de rêbazên têkbirina komployên li dijî gelê Kurd û tevgerên wî yên şoreşgerî hatin gotubêjkirin.

(şx)

ANHA