Li gundê Mîrkan yê Efrînê 7 sivîlên din hatin revandin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 7 sivîl ji şêniyên gundê Mîrkan yê Efrîna dagirkirî revandin.

Li gundê Mîrkan yê Efrînê 7 sivîlên din hatin revandin
7 cotmeh, 2020   13:29
Efrîn

Li Efrîna dagirkirî, sûcên dewleta Tirk a dagirker ji kuştin, revandin, dizî, talankirina milkên xelkê û destdanîna ser darên zeytûnê berdewam in.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên di hundirê gundê Mîrkan yê girêdayî navçeya Mabeta ya Efrînê de, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi ser gund de girtin û 7 sivîl revandin.

Çavkanî navên kesên ku hatine revandin eşkere kirin û navên wan wiha ne; Henan Hec Hesen, Şêxo Hesen, Farûq Hemalîko, Mistefa Mehmûd Hemalîko, Semîr Dawûd, Mihemed Xalid Ebdo û Farûq Mistefa.

Çeteyan kesên ku revandine ber bi cihekî nediyar ve birin û hîna jî çarenûsa wan nayê zanîn.

Revandina sivîlan li Efrînê zêde dibe, armanca wê jî wergirtina fîdyayan ji malbatên wan in.  

ANHA