Îranê veguhestina terorîstan ji Sûriyê ji bo sînora xwe red kir

Serokê Îranê Hesen Rûhanî ragihand ku welatê wî bi tu awayî veguhestina terorîstan ji Sûriyê ji bo sînorên Îranê, qebûl nake.

Îranê veguhestina terorîstan ji Sûriyê ji bo sînora xwe red kir
7 cotmeh, 2020   13:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Rûhanî di civîneke hikumetê de wiha got: “Em Azerbêcan û Ermenistanê hişyar dikin ku şerê li Qerebaxê gur bibe wê bibe şerekî herêmî.”

Serokê Îranê tekez kir ku wan li derveyî Îranê şerê terorîstan kiriye û da ku ew neçar nemînin li ser sînorê xwe şerê terorê bikin, Qasim Suleymanî mir û wiha got: “Ji lewra, em veguhestina komên terorîst ji Sûriyê yan ji cihekî din ji bo sînorên me, red dikin.”