Telal Mihemed: Yekitiya neteweyî ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê girîng e

Telal Mihemed daxuyand ku bêdengiya civaka navneteweyî li ser binpêkirinên Tirkiyê dihêle ku dewleta dagirker komkujiyên xwe berdewam bike û wiha got: “Baldarî pêwîst e. Yekitî û welatparêzî ji bo parastina destkeftiyan û çareserkirina aloziya Sûriyê girîng e.”

Telal Mihemed: Yekitiya neteweyî ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê girîng e
7 cotmeh, 2020   13:37
HESEKÊ

Tevî ku 10 sal di ser şer, rûxandin, kuştin û koçberiya li Sûriyê re derbas bûn jî, hîna zihniyeta hikumeta Şamê û qaşo “opozisyona Sûriyê” nehatiye guhertin.

Hikumeta Şamê hîna li ser hesabê gelê Sûriyê xwe dispêre sîstema ku zordariyê wekî amûreke mayîndebûna xwe bi kar tîne. Qaşo opozisyon jî hîna kiryarên çewisandinê ji bo pêkanîna guhertinê pêk tîne û hîna girêdayî ajandeyên derve ye.

Serokê Partiya Aştiyê ya Demokratîk a Kurdistanê Telal Mihemed beşdarî meşa ji bo piştgiriya yekitiya neteweyî ya li bajarê Hesekê bû. Mihemed daxuyand ku dagirkeriya Tirk roleke neyinî di aloziya Sûriyê de lîst û hîna dilîze. Dewleta Tirk bi dirûşmeyan wekî “alîkariya mazlûman” opozisyon xapand û çete ji bo armancên xwe yên girêdayî projeyên dagirkeriya Osmanî bi kar anî.

BÊDENGÎ DIHÊLE KU TIRKIYÊ SÛCÊN XWE BERDEWAM BIKE

Binpêkirin û sûcên çeteyên bi navê “Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê” li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûn. Li hemberî wan sûcan bêdengiya navneteweyî dewam dike. Mihemed wiha got: “Çiqas ev bêdengî dewam bike, ewqas jî sûcên Tirkiyê yên li dijî sivîlên herêmên dagirkirî jî dewam dikin. Dîroka dewleta Tirk bi sûcan û qirkirina gelan dagirtî ye.”

Dewleta Tirk a dagirker ne tenê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê binpêkirinan pêk tîne, lê belê li Iraq, Lîbya û Ermenistanê jî ev binpêkirin pêk tên. Mihemed civaka navneteweyî ji van sûc, binpêkirin û siyasetên Tirkiyê berpirsiyar nîşan da û wiha axivî: “Divê civaka navneteweyî ji bêdnengiya xwe derkeve û helwesteke cidî li hemberî vê mijarê bigire, ku êdî xeteriyê li ser ewlehiya herêmî û navneteweyî wekî Sûriyê, Iraq, Yewnanistan, Qibris, Eremenistan, rojhilata deryaya Spî, Yemen, Lîbya û hwd, ava dike.”

DIVÊ SÎNOREK JI BINPÊKIRINÊN DAGIRKERAN RE BÊ DANÎN

Mihemed wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê partiyên Yekitiya Neteweyî ya Kurdî bang li civaka navneteweyî û di serî de Koalîsyona Navneteweyî, Amerîka, Rûsya, Meclisa Ewlehiyê ya Navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan bikin ku sînorekî ji binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê re deynin û dagirkeriya Tirk li herêmên Kurdî û herêmên Sûriyê bi dawî bikin.”

Her wiha tekezî bi girîngiya vegerandina  koçberan ji herêmên wan re û hesabxwestina ji berpirsiyarên van “sûcên şer”, kir û wiha got: “Divê ew bi lez tevbigerin û pêşî li belavbûna dagirkerî û terora dewleta Tirk bigirin.”

Mihemed îşaret bi girîngiya yekitiyê li hemberî faşîzma Tirk û projeya wê ya dagirkeriyê kir û wiha domand: “Pêwîst e gelê Kurd ref û helwesta xwe bike yek. Dijmin ji yekitiya gel ditirsin. Ji lewra her tim hewl dide tevna siyasî û civakî ya gelê ku hedef digire, ji hev bixe û dixwaze diyaloga di navbera aliyên Kurdî yên li Sûriyê de, vala derxîne.”

Her wiha destnîşan kir ku dibe di demên pêş de Tirkiyê ji bo têkbirina yekitiya Kurdî û berdewamkirina planên xwe yên dagirkeriyê, hewldanan bike.

Serokê Partiya Aştiyê ya Demokratîk a Kurdistanê Telal Mihemed di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Baldarî pêwîst e. Tekane rê yekitî ye. Bi yekitiyê dê rewşa destkeftiyên gelê Kurd bên parastin. Her wiha dê bandorê li rewşa siyasî ya giştî Sûriyê bike û rol di çareserkirina aloziya Sûriyê bi awayekî siyasî, bilîze. Bi wê yekê dê nêrîna li ser Kurdan ku veqetînê dixwazin, rabe.”

DIVÊ EM LI HEMBERÎ SIYASETÊN QIRKIRINÊ LI QADÊN NAVNETEWEYÎ DENGÊ XWE BIKIN YEK

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê Telat Yûnis jî berxwedana şêniyên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî silav kir û wiha got: “Bi berxwedana gelê herêmê û bi yekitiya Kurdî ku dê bandoreke erênî li gelê Kurd û tevahî pêkhateyan bike, em ê di demeke nêz de vegerin wan bajaran.”

Gelê Kurd gava partiyên siyasî ber bi yekitiyê ve avêtiye, wekî gaveke pîroz û çarenûsî bi nav dike. Projeya Rêveberiya Xweser jî bingeheke ji bo parastina pêkhate û gelên herêmê.

Yûnis destnîşan kir ku divê hemû partiyên siaysî guh bidin bangewaziyên gel, malbatên şehîdan û koçberan û wiha domand: “Yekitiya neteweyî dê dîwarekî bi hêz ê ji bo parastina gelên herêmê re ava bike. Divê em li dijî siyasetên qirkirinê li qadên navneteweyî denge xwe bikin yek.”

Telat Yûnis di dawiya axaftina xwe de piştrast kir ku yekitiya neteweyî dê di hemû aliyan de bibe hêz û got: “Divê hemû partî piştgiriya yekitiyê bikin û xurt bikin. Bi yekitiyê dê siyasetên dagirkeriyê ku parçekirina xaka me aramnc dikin, vala derkevin. Divê em berxwedanê bilind bikin.”

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/dwKaDsllEN0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>