Ji bo salvegera Berxwedana Rûmetê çalakiyek li kampa Waşûkanî hate lidarxistin

Desteya Çand û Huner ya Herêma Cizîrê û Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê ji bo salvegera Berxwedana Rûmetê ya Serêkaniyê û Girê Spî çalakiyek kampa Waşûkanî li dar xist.

6 cotmeh, 2020   20:10
HESEKÊ

Çalakî bi diruşmeya "Bi rihê Berxwedana Rumetê û pêngava azadiyê em ê dagirkeriyê têk bibin" hate li darxistin.

Bi sedan koçberên Serêkaniyê yên li kampa Waşûkanî û derveyî wê, hevserokê PYD'ê Enwer Muslim, hevserokatiya Meclisa Kantona Hesekê, gaziyên şer û endamên saziyên sivîl û leşkerî beşdarî çalakiyê bûn.

 Destpkê beşdaran li pêşengeha wêneyên fotografîk a ku "Şopdarên Rojê" organîzekiribûn, temaşe kirin.

Piştre deqeyeke rêz a bîranîna cangoriyên azadiyê hate girtin. Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk ( PYD) Enwer Muslim axivî û got: "Salek di ser dagirkirina Tirkiyê ya li herêmên me re derbas bûn. Salek di ser êş û azarên dayikên me re derbas bûn ku dûrî herêmên xwe ne. Ev hemû li pêşiya civakê navdewletî û bêdengiya rêxistina mafên mirovan pêk hat. Şêniyên me yê ji Serêkaniyê bi hemû pêkhateyên wê, em êşa we hîs dikin ku ji mal û warê xwe dûr in. Dagirkerî zû an dereng wê bi dawî bibe û hûn li warê xwe vegerin".

Muslim bang li pêkhateyan kir ku li derdora QSD'ê bisekinin, yekitiya xwe pêk bînin da ku bighêjin serkeftinê û rizgarkirina herêmê ji dagirkeran.

Bi navê Malbatê şehîdan Ebulrezaq Ehmed jî wiha got: "Li Serêkaniyê berxwedaneke mezin bê sînor ji bo axa wealt hate meşandin. Serêkaniyê li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê serî hilda."

Bi navê Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hebûn Serêkaniyê pakrewanên Serêkanî û Girê Spî bi bîr anî û wiha pê de çû: "Ji bo parastina gelê xwe ji hovîtiya dewleta Tirk a dagirker em ê hemû canê feda bikin. Çi dibe bila bibe dewleta Tirk sernakeve, ji ber berxwedana gel wê dagirkeriyê têk bibe."

Zarokê bi navê Mihemed Hemîd ku di êrîşên dewleta tirk de li ser Serêkaniyê û Girê Spî bi fisforê birîndar bû wiha got:  "Bi eslê xwe ji kobanê me, di êrişên çeteyên DAIŞ'ê ku neviyê dewleta Tirk e, em neçarî koçberiyê bûn, me berê xwe da Efrînê, li Efrîn jî ji ber êrişên dewleta Tirk bi çekên giran û qedexekirî em carek din neçarî koçberiyê bûn . Me berê xwe da Serêkaniyê, li wir jî cara sê yem ji ber fisfor û hovîtiya dewleta tirk ez birîndar bûm bi fisfora qedexekirî şewitîm . Ka mafê mirovan, em zarok in çima kes dengê me nabhîze û rê li ber hovîtiya dewleta tirk nagirin?"

Piştre koma Serêkaniyê ya mûzîkê, koma bajarê Reqayê ya stranan hunerên xwe pêşkêş kirin. Her wiha hunermend Mizgîn Tahir li ser Serêkaniyê stran gotin.

Di dawiyê de sinvîzyoneke li ser bajarê Serêkaniyê berî û piştî dagirkeriyê hate pêşandan.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/UCYDoD0NSqs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>