Projeya nîşaneyên trafîkê ya li Reqayê bi dawî bû

Komîteya Hundirîn a Meclisa Sivîl a Reqayê projeya nîşaneyên trafîkê bi dawî kir.

Projeya nîşaneyên trafîkê ya li Reqayê bi dawî bû
6 cotmeh, 2020   18:43
REQA

Komîteya Hundirîn a Meclisa Sivîl a Reqayê projeyek bi danîna 47 tabloyên trafîkê li piranî kolanên sereke û şaxê li bajarê Reqayê û ronîkirina 5 kolanên sereke bi dawî kir.

Hevserokê Komîteya Hundirîn a Reqayê Mistefa Mehmûd li ser girtîngtirîn pêkanînên vê projeyê axivî û got: "Komîteya hundirîn bi rêya vê projeyê Kornîşa Bakur, Başûr û Rojhilatê bajêr ronî kir, her wiha kolana Muceme û Til Ebyed a li naverasta bajêr jî ronî kir."

Mehmûd wiha domand: "Xebata leckirina 47 tabloyên trafîkê li kolanên sereke û şaxî yên bajêr. Armanca vê yekê parastina ewlehî û xebata zêdebûna çanda zanabûnê li gel ajokaran ku qezayan pêk neynin, pêk hat."

Mehmûd di dawiya axaftina xwe de bang li şêniyên Reqa û gundewarên wê kir ku bi yekîneyên trafîkê re yên ku çûn û hatina di hundirê Reqayê de pêk tîne da ku qeza pêk neyên, hevkar bin."

(fr)

ANHA