Rêveberiya Xweser qanûna tedbîrên cezayî derxist

Meclisa Gitşî ya Rêveberiya Xweser qanûna tedbîrên cezayî û avakirina desteya pergala çavdêriyê piştî ku sondxwarina endamên wê, erê kir.

Rêveberiya Xweser qanûna tedbîrên cezayî derxist
6 cotmeh, 2020   18:53
REQA

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê rûniştina qanûnî bi jimareya 30 li hola civînan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Reqayê, li dar xist.

Di civînê de Desteya Serokatî ya Meclisa Giştî, endamên Desteya Serokatî ya Pergala Çavdêriyê û piranî endamên Meclisa Giştî amade bûn.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Desteya Serokatî ya Pergala Çavdêriyê ya ji 5 endaman pêk tê sond xwarin, dûvre li ser erkdarkirina 2 endamên nû ya di Meclisa Giştî de ji herêmên Cizîr û Dêrazorê hat erêkirin. Ew jî piştî wan her du endaman di Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de sond xwar, pêk hat.

Piştre projeya qanûna tedbîrên cezayî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat nîqaşkirin, bendên wê hatin xwendin û dengdayîn li ser hat dayîn, li ser 261 bendan hat erêkirin û ji îro de kete pratîkê.

Qanûna tedbîrên cezayî ya Rêveberiya Xweser ji 261 madeyan pêk tê û dabeşî gelek bend û qanûnan dibe. Di qanûnê de tedbîrên Desteya Lêpirsîn û İdîayê, erk û taybetmendiyên serdozgeriya giştî, tedbîrên agahîdayînê ku tê de agahî, dîspilînkirina sûcên bibelge û girtina tewanbar û tedbîrên keşfkirinê heye. Her wiha di qanûnê de tedbîrên lêpirsîn, beramberî, guhdana şahid, hikma xiyabî li dijî tewanbaran heye.

(fr)

ANAH