Derar: Yên hewl didan desthilata Sûriyê li ser pişta tankên Tirkiyê bi dest bixin bûn çete

Riyad Derar wiha got: "Destwerdanên Tirkiyê li Sûriyê ji bilî avakirina hêzên opozîsyonê ranaweste. Da ku ew hêz Itîlafa Sûriyê ya ji bo xizmeta siyasetên Tirkiyê dixebite têk bibe. Kesên di Itîlafê de mane li pereyan digirin û li piştevaniyekê digerin wan li pişta tanka Tirkiyê binîn ser desthilatê. Zirarên xwefiroşan di dema bûne çeteyên girêdayî Tirk û li Lîbya û Azerbêcan şer kirine de, zêde bûn."

Derar: Yên hewl didan desthilata Sûriyê li ser pişta tankên Tirkiyê bi dest bixin bûn çete
7 cotmeh, 2020   04:09
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED MIHEMED

Ji dema destpêkirina tevgera gel ji Adara 2011’an de dewleta Tirk destwerdana li vê tevgerê kir, piştevaniya DAIŞ û Cebhet El-Nusra kir. Piştre piştî çete di pêkanîna hedefên wê de bi bin ketin, yekser destwerdan kir û navê çeteyên xwe kir Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê.

Bi nêzbûna salvegera yekemîn a êrişên dewleta Tirk li dijî Serêkaniyê û Girê Spî, Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Riyad Derar, li ser hedefên dewleta Tirk a dagirker ji dagirkirina xaka Sûriyê, piştevaniya wan çeteyan û çarenûsa wan aliyan, axivî.

NAVEROKA HEVPEYVÎNÊ WIHA YE:

DI DESTPÊKA ŞOREŞA SÛRIYÊ DE, GELO HEDEFA DEWLETA TIRK JI DESTWERDAN Û PIŞTEVANIYA ÇEKDARAN ÇI BÛ?

Der barê beşdariya dewleta Tirk a destpêka şoreşa Sûriyê de û gurkirina bûyerên wê, bi derengî hat. Ji ber rola sereke girêdayî dewletên Qeter, Erebistana Siûdiyê û Îmaratê bû ku piştevaniya çeteyan dikirin. Ev piştevanî jî bi gelek rêyan hatin. Artêşa Azad di destpêkê de tev digerî, lê pir lawaz bû, car caran serê xwe radikir. Di wê demê de dewleta Tirk xwest ku navbeynkariyê di navbera rejîma Sûriyê û Îxwan El-Mislimîn de bike, her wiha Îxwan El-Mislimîn pêşkêşî lihevanînê bike da ku bi wê re jî şêweyekî hevkariyê di navbera wan de çêke.

Lê belê piştî serdana Davûdoglu ew navbeynkarî bi bin ket. Ji ber xizmetên ku dewleta Tirk di destpêkê de pêşkêş dikirin, mîna radestkirina Hisên Hermoş ê ku wê demê fermandarê Artêşa Azad bû, nîşaneya hewldana dewleta Tirk a nêz bûn, lihevkirin û dayîna sifetekî bû ku ew vê gurkirinê naxwaze. Lê belê bi demê re dewleta Tirk rol nas kir û bi pêla mezin a koçberan a ber bi wê ve zêdetir nas kir. Her wiha esfer di kampan de kom kirin û beşdarî tu rolan nekir, da ku ew lîstokê bi rê ve bibe.

Ji lew re kongreya Stenbolê ji bo piştevaniya tevgerên Qeter û Tirkiyê li dar ket. Ev kongre jî bi hewldana komkirina siyasetmedarên bi ser fikra Îxwanê, pêk hat. Li vir jî rola dewleta Tirk hêdî dest pê kir. Lê belê hewl dida kesên ji berjewendiya wê re dixebitin ferz bike û ev jî demek dixwest. Dewleta Tirk dixwest roleke girîng ji bilî rolên dewletên dîtir, bilîze, ew jî serweriya bi temamî li ser sînorê bakur e û li benda dema guncaw ma.

Ev jî dema derketina DAIŞ’ê û rola wê di herêmê de bû. DAIŞ’ê piştevaniya mezin ji dewleta Tirk re kir û sînor radestî Tirkiyê kir. Ji ber DAIŞ’ê nûnerên herî nêz ji nêrîna dewleta Tirk re bû ku piştevanî û alîgiriyê Tirkiyê bigire.

PIŞTÎ VEGERANDINA ŞOREŞÊ BER BI ALOZIYÊ VE Û DESTWERDANA YEKSER A RÛSYAYÊ JI BO PIŞTEVANIYA HIKUMETA ŞAMÊ, GELO ÇAWA HEDEFA TIRKIYÊ HAT GUHARTIN Û BER BI KU VE ÇÛ?

Diyar bû ku alozî di navbera dewletên rojavayî û Amerîka ji aliyekî ve û dewleta Tirk ji aliyekî din ve pêk dihat. Ew jî der barê şêweyê destwerdana leşkerî li herêmê. Her wiha dewletên rojavayî û Amerîka destwerdana leşkerî mîna çawa li Lîbyayê pêk hatiye nedixwestin. Diviyabû Benxazekî din li Sûriyê heba. Ji lew re li Idlib û hin herêmên rojhilat ên Sûriyê dinêrî. Lê belê ew pêk nehat. Ji ber tevahî pere û çekên ku derbasî welat dibûn ne bi hedefa girîngiya çekdarkirina şoreşê bû. Ji ber milîsên çekdar bi her şêweyî dixebitin û piştevanî werdigirtin.

Rûsya ji bo parastina rejîmê destwerdan kir. Beriya wê jî Îran ji destpêka aloziyê de bi hêz derbas dibû. Di navbera Îran û Rûsyayê de li ser Sûriyê pêşbirkek hebû. Dema dewleta Tirk balafira Rûsyayê rûxand, texmîn kir ku dê rojavayî piştevaniya wê li hember Rûsyayê bikin. Lê belê qebû kir rêxistina patriot jê bikişîne. Rojavayiyan ji dewleta Tirk re diyar kir ku dê bi tenê li hember Rûsyayê be, bi wê re jî aloziyeke nû di navbera dewleta Tirk û rojavayê de çêkir.

Vegerandina Erdogan ji Rûsyayê re ji bo lihevkirina pê re bû, di demekê de ku xaka Sûriyê ji bin lingên rejîmê dihat kişandin. Rejîmê tenê bi parçeyekî ji xaka Sûriyê kontrol dikir, Deraa û bejahiyên Şamê ji dest çûn, her wiha Humis û Idlibê jî, herêmên rojhilat û Cizîrê roleke yekalî girt, li vir rola dewleta Tirk a nû dest pê kir.

GELO DESTWERDANA TIRKIYÊ LI ALOZIYA SÛRIYÊ JI ALIYÊN LEŞKERÎ Û SIYASÎ Û DENGEYÊN HÊZÊN LI SER ERDÊ VE, ÇAWA BANDOR KIR?

Dewleta Tirk bi hebûna DAIŞ’ê li ser sînora wê, vehesiyayî bû, piştevaniya befirehkirina DAIŞ’ê li herêmê dikir û ji aliyê rêxistina aborî ve pê re aktîf bû. Her wiha petrola Sûriyê bi rêya DAIŞ’ê derbasî xaka Tirkiyê dibû, aborî di navbera wê û Tirkiyê de dihat guhartin. Çi piştevanî ji çek an jî çekdaran bi rêya dewleta Tirkiyê bû. Vê rola ku di wê demê de pêk aniye, hişt ku ji her tevgerekê ji aliyê siyasî yê dîtir ve bi hêz be.

Dewleta Tirk li ser dîsîplînekirina hundirîn di navbera siyasetmedaran de dixebitî. Bi wê re jî nêzî helwestên Meclisa Nîştimanî bû. Piştre xwe nêzî Itîlafê kir a ku navenda wê li Misirê bû, li gel hebûna hikumeta Îxwan li wî welatî. Piştre navend bi hilweşîna desthilata Îxwan li şûna Misirê li nav dewleta Tirk hat çêkirin. Bi wê re jî bi rola beşdarên siyasî û leşkerî kontrol bû, hedef û tevgerên wê nexşe kirin.

NIHA, GELO ÇAWA DEWLETA TIRK ÇEKDARÊN SÛRIYÊ YÊN GIRÊDAYÎ XWE BI KAR TÎNE Û LI KU DERÊ?

Piştî lihevkirinên Astana der barê Herêma Bêçek de, rola dewleta Tirk a şirîkê Rûya û Îranê di kêmkirina hebûna çekdaran li herêmên bi navê Herêma Bêçek de eşkere bû. Bandora van komên çekdar bi rêya merheleyên nakokî û şer kêm kir, bi taybet koçberkirina çekdaran li herêmên diyarkirî yên li bakurê Sûriyê, Idlib, Efrînê piştî dagirkirinê û piştre jî li Serêkaniyê û Girê Spî. Ev hemû tişt bi hêdî û baldarî girêdayî siyasetên bi navê kêmkirina aloziyê pêk dihat. Ew jî bi lihevkirina rûsî, îranî û tirkî pêk hat.

Lihevkirinên Herêma Bêçek li Astana û Sochiyê bi armanca bazarkirina radestbûna xaka Sûriyê ji artêşa Tirk û çeteyên wê re pêk hatin. Ew jî li beramberî ku alîkarî di kêmkirina tevgera çekdaran li hundirê Sûriyê û têkbirina wan de bê dayîn, bû. Ev jî her tim pêk dihat û hê jî pêk tê. Bi wê re jî dewleta Tirk ji tevgera piştevaniya ji rojava ber bi lihevkirina bi Rûsya û Îranê re bi rêya lihevkirinên Astanayê ve, çû.

GELO PÊKAN E KU SÛCÊN GUHARTINA DEMOGRAFÎ, KOÇBERKIRIN, BICIHKIRIN, ŞANDINA ARTÊŞÊ, PERWERDEKIRINA BI ZIMANÊ TIKRÎ Û RAKIRINA ALA WÊ LI SÛRIYÊ BI HEWLDANA QUTKRINA PARÇEYEK JI XAKA SÛRIYÊ Û TEVLÊKIRINA JI TIRKIYÊ RE BÊ NIRXANDIN? HEKE RAST BE, GELO DÊ ÇAWA ÇEKDARÊN BI TIRKIYÊ RE HEVKAR IN Û NÛNERTIYA WAN A SIYASÎ ITÎLAFA SÛRIYÊ YE, BI NAV BIKIN?

Dewleta Tirk dest bi ferzkirina tevgera itîlafê û hebûna wê bi rêya kontrolakirina bi kes û rolan kir, ji ber wê hin kesên ji itîlafê derketine bi wan rolên girêdayî wê nerazîbûn. Ew heta niha ji alîgirên siyasî ne û li rol, cih û pereyan digerin, her wiha li piştevanekî digerin ku li ser pişta tanka rojavayî yan jî tirkî were.

Tevgera çekdarên li Sûriyê bi MÎT’a Tirk ve girêdayî ye. Vê hişt artşa azad tune be û tevgera çekdarên îslamî derkeve. Ev hemû jî bi piştevanî, piştgirî û erêkirina Îxwan El-Mislimîn de pêk hat. Di 2013’an de Riyad Şeqfe di hevpeyvîneke bi rojnameyê re got: "Artêşa Tirk misliman e û razî ne destwerdanê bike û Sûriyê kontrol bike." Ev helwest zihniyeta îslama siyasî ye û li gorî dewleta Tirk e ku hewl dide xîlafetê berfireh bike.

Ji aliyê xwe ve jî, dewleta Tirk li ser pêşkêşkirina nêrîna xwe di vê aliyê de dixebite. Ji ber berjewendiyên Erdogan ên împratoriyê di vê dema dawîn de pir eşkere bû. Ev berjewendî li ser Mîsaq Millî û herêmên nêzî sînorê Tirkiyê diaxive. Ew Mîsaqa Millî jî ji herêma Sûriyê, heta bi Lîbya, Somal, Yemen û Azerbêcanê diçe.

Ev destwerdan, nîşaneya ku berjewendiyên împratorî yên Erdogan êdî dikevin miryetê. Ew dewletên binakok çi li Sûriyê yan jî li herêmên dîtir dibe mîna Rûsya û Amerîkayê şantaj dike da ku bi rêya wê piştevaniya zêde li ser erdê di rolên ku pêk tîne de, wergire.

DI GEL ZÊDEBÛNA ALOZIYA KU REJÎMA TIRKIYÊ LI ROJHILATA NAVÎN, LÎBYA Û ŞERÊ AZERBÊCAN Û ERMENISTANÊ DE DIJÎ, HER WIHA LI SÛRIYÊ JÎ, GELO ÇARENÛSA PLANGERIYA TIRKIYÊ LI SÛRIYÊ Û KOMÊN SÛRÎ YÊN JI BO WÊ ŞER DIKIN, ÇI YE?

Berjewendiyên Erdogan ên împratorî ev sûc çi li rojhilata Deryaya Spî yan li ser sînorê bi Yewnanistanê re yan jî bi Lîbyayê re yan jî li Sûriyê re pêk anîne. Ev yek jî bi berdewama bi ber bi vê armancê ve eşkere ye. Lê belê li gorî Sûriyê mijar eşkere ye, ew jî dagirkirina yekser a xaka Sûriyê ye. Lê mixabin, razîbûnek ji dewletên hevrik ve çi Rûsya yan jî Amerîka dibe, heye. Ji ber ev yek bi bazarkirina ji Cerablus, piştre Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî de, pêk hat.

Vê bazariyê, hişt ku dewleta Tirk bi herêmê kontrol bike û hişt ku xwefiroş hîs bikin ku ew bi rêya piştevaniya dewleta Tirk jê re bi qezen in. lê belê zirar di dema ew li gel dewleta Tirkiyê de bûne çete û li her herêmekê şer dikin, eşkere bû. Ji ber wan ji bo Sûriyê şoreş li dar xist, lê niha li Lîbya û Azerbêcanê şer dikin.

Siyasetmedarên di itîlafê de ji van perspektîfên dewleta Tirk re erê dikin û ajandeyan ji dewleta Tirkiyê re xwedî dikin li hember tevgera guhartina erênî ya ku şêniyên Sûriyê li hundir pêk tîne, bisekinin. Ji ber şêniyên Sûriyê yên di hundir de li ser rêvebirina dosyayê bi awayekî hevseng, hêdî û durist dixebitin. Ji ber çareserî ne leşkerî ye, siyasî ye û avakirina Rêveberiya Xweser bi wê armancê ye da ku helwesta bê ji bo şeklê Sûriyê ya nenavendî û pergala demokratî diyar bike.

Ev mijar, li beramberî siyasetên dewleta Tirk e, ji lew re dewleta Tirk bê navber bi rêya lihevkirinên Sochî û Astanayê dixebite ku vê projeyê têk bibe. Ev xebat berdewam e û divê bi siyaseteke baldar li hember hedefên dewleta Tirk bisekinin da ku bandorê li herêmê neke.

GELO DÊ ÇAWA JI DESTWERDANÊN TIRKIYÊ LI SÛRIYÊ RE SÎNOREKÎ DEYNIN Û ROLA ALIYÊN CIHÊREN(HIKUMET Û OPOSÎZYONA DERVE Û HUNDIR), DI WÊ DE ÇI YE?

Destwerdanên Tirkiyê bi dawî nabin û nasekinin, bi texmîna min sekna li hemberî wê bi rêya israra li ser lihevkirina bi hêzên opozîsyonên re pêkan e. divê hêzên opozîsyonê jî yek gotin xwe hebe da ku bi wê re jî fişarê li ser itîlafê bike yan jî şermezar bike, ji ber kaxizên xwe xistine destê Tirkiyê û tu berjewendiyên Sûriyê li gel wê nîn in.  Wê demê hêzên opozîsyonê dikarin çarçoveyekî ava bikin û piştevaniya navneteweyî di dûrxistina nûnerên itîlafê û nexşekirina siyaseta nû de wergirin.

Wê demê, hêzên oposîzyonên çi li derve yan jî hundir dibe, dikarin bi MSD’ê re ya ku nûnertiya koma ji hêzên siyasî dike li ser erda azad ku li gel wê hêzeke leşkerî heye û parastina biryarên wê dike, lihevkirinan bi hikumeta Şamê re deynin da ku bigihînin çareseriyeke siyasî ku Sûriya pêşerojê nexşe bikin û li hember tevahî destwerdanên derve bisekinin.

Ez texmîn dikim ku dewleta Tirk dê çi cureya xebatê mîna vê xerab bike. Ji ber li gel wê alîgir û hêzeke leşkerî heye û serweriyê li Idlib, Heleb, Cerablus, Efrîn, Serêkaniyê û Idlibê dike. Ji lew re divê em fişarê li civaka navneteweyî bikin ku wê û çeteyên wê ji Sûriyê derxin.

GELO DÊ ÇAWA ALOZIYA SÛRIYÊ BÊ ÇARESERKIRIN?

Çareseriya li Sûriyê, çareseriya siyasî ye. Her çareseriya ku pişta xwe dide hêza leşkerî çareseriya çewt û tevahî jê zirarê dibînin, yê tenê sûdê her tim digire destwerdêrên derve ne. Divê sûriyên di opozîsyonên de bikin yek û berê xwe bidin cîhanê da ku bi rola wan itîraf bikin û bi çareya siyasî ya bi hikumeta Şamê re li hev bikin. Ev çare dibe ku bi xwe re agirbest û lihevkirinan bîne ku li ser avakirina hevpeymaneke siyasî û civakî ya nû bixebitin. Dibe ku ev lihevkirin heta demekê li ber xwe bide û bi wê re derfeta jinûveavakirina Sûriyê di çarçoveya yek hikumetê de ku kar û barên welat bi rê ve dibe, xebata avakirinê dike, koçberan vegerîne, aramiyê pêk bîne, pêk bîne.

(fr)

ANHA