Beşdarên panela MSD: Bêyî diyalogan çareserî nepêkan e

Beşdarên panela MSD'ê ya li bajarê Tebqayê gotin, bêyî diyaloga navxweyî çareserî ji aloziya Sûriyê re nepêkan e.

Beşdarên panela MSD: Bêyî diyalogan çareserî nepêkan e
6 cotmeh, 2020   16:37
TEBQA – EMAR EBDULATÎF – HEMED MUSTEFA

MSD'ê panelên xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne, di panelan de zemîna rasteqîn a serxistina kongreyek ji bo şêniyên Cizîr û Firatê di demên bê de hate avakirin.

Beşdarên panelên nêrînên xwe bi ANHA'yê re parve kirin û diyar kirin ku bêyî diyalogên navxweyî çareserkirina aloziya Sûriyê nepêkan e.

Endamê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Musena Ebdulkerîm ji ANHA'yê got: "MSD'ê bi beşdarkirina hemû beşên civakê ji panelê re xwest hemû nêrînan guhdar bike. Bi nêrînên cûda panel dewlemend bû û bi serket."

Musena Ebdulkerîm got: "Ev gav di aliyê siyaseta Sûriyê de bi cesaret e, nêrînên cûda yên Sûriyan kom dike da ku bighêjin çareseriyeke siyasî ji bo Sûriyê."

Seroka Buroya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya Tebqayê Zehra Hemada jî got:"Xeta ku MSD'ê hilbijartiye, xeteke avakar e, ku gelê Sûriyê di salên aloziyê yên borî de winda kiribû."

Zehra Hemada nîqaşên panêlên MSD'ê erênî nirxand.

Şêxê eşîra Bûxemîs, Hisên Raşîd da zanîn ku nêrînên siyasî yên di panelê de derketin, ji bo piştevaniya xebata siyasî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û armanc jê serxistina çareseriya siyasî ye.

Beşdarên panelê ji MSD'ê xwestin ku qebûlkirina hemû aliyên sûrî bidomînin û got: "Ji ber ku tecrûbeyên bi hewldanên çareseriya navneteweyî ji aloziya Sûriyê re îsbat kir ku çareseriya rasteqîn a aloziya Sûriyê di yekitî  û hevgirtina gelê Sûriyê de pêkan e."

ANHA