Aldar Xelîl Roja Mamostyan li mamosteyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir

Aldar Xelîl Roja Mamosteyan a Cîhanê li tevahiya mamosteyan pîroz kir û piştrast kir ku ew xebateke rastîn ji bo guhertina demokratîk di fikrên nifşên bê de dimeşînin.

Aldar Xelîl Roja Mamostyan li mamosteyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir
5 cotmeh, 2020   11:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl li ser hesabê xwe yê Facebookê, bi boneya Roja Mamosteyan a Cîhanê tevahiya mamosteyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kirin.

Xelîl wiha got: “Bi boneya 5`ê Cotmehê, em tevahiya mamosteyên Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku xebatên rastîn ji bo belgekirina guhertina demokratîk di fikr û hişmendiya nifşên nû de dimeşînin, pîroz dikin.”

Xelîl wiha domand: “Perwerdeya ku îro li Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê meşandin, bêguman pêwîstiya herêmê, şêniyên wê û pêşeroja Sûriyê vedibêje. Cara yekemîn e ku di dibistanekê de sê ziman tên fêrkirin.”

Xelîl destnîşan kir ku pêşxistin pêwîst e, derbaskirina şaşiyan tê wateya ku ev war gelek bi pêş ketiye û têkoşerên warê perwerdeyê silav kirin û ev roj li wan pîroz kir.

(şx)

ANHA