Îranê rêwîtiyên asmanî ber bi Iraq û Tirkiyê ve betal kirin

Rêxistina Balafiran a Sivîl a Îranê roja yekşemê hemû rêwîtiyên ji Îranê ber bi Iraq û Tirkiyê ve betal kirin. Her wiha diyar kir ku sedema betalkirinê ji ber zêdebûna nexweşên vîrusa koronayê ye.

Îranê rêwîtiyên asmanî ber bi Iraq û Tirkiyê ve betal kirin
5 cotmeh, 2020   09:00
NAVENDA NÛҪEYAN

Ajansa fermî ya Îranê IRNA ragihand ku rêxistinê piştî çend rojan ji meşandina rêwîtiyan ber bi Tirkiyê ve, careke din rawestandina wan rêwîtiyan ragihand.

Li gorî ajansê ev biryar di çarçoveya tedbîrên têkoşîna li dijî belavbûna vîrusa koronayê (Covid-19) hate dayîn.

Li gorî ajansa Fars News a Îranê, serokê Rêxistina Balafiran a Sivîl Torj Dahqanî Zangana ragihand ku ruxsetên rêwîtiyên şîrketên Iraqê jî ji 4'ê Cotmehê ve heya agahdariyeke din hatiye betalkirin.