Ciwanên Şoreşger: Hedef vegerandina rihê şoreşgerî û ciwantiyê ye

Ciwanên ku beşdarî meşa dirêj a ji Qamişloyê ber bi Dêrikê ve bûne, destnîşan kir ku armanca wan ji meşê ew e ku rihê şoreşgerî, ciwantî û îradeya gel vegerînin.

Ciwanên Şoreşger: Hedef vegerandina rihê şoreşgerî û ciwantiyê ye
5 cotmeh, 2020   08:27
QAMIŞLO-KELSÛMA ELÎ

Bi dirûşma"Dem dem azadiyê ye, em ê teqez bi ser bikevin" Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Cizirê meşeke dirêj ji Qamişloyê ber bi Dêrikê ve dest pê kir. Meşê 3 rojan bi dirêjahiya 100 km dewam kir.

Meş di çarçoveya pêngava KCK’ê ya 12’yê Îlonê de ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan û êrişên dewleta Tirk ên li dijî Kurdistanê pêk hat.

Meşê 2’yê Cotmehê bi tevlêbûna 300 ciwanên ji pêkhateyên herêma Cizîrê (Kurd, Ereb û Suryan) dest pê kir. Di roja yekemîn de beşdarên meşê gihaştin navçeya Tirbespiyê, 3’yê Cotmehê ji Tirbespiyê ber bi navçeya Çilaxa ve çûn, roja sêyemîn jî li Dêrikê bi dawî bû.

Beşdarên meşê piştrast kir ku çalakiyên wan ên hemleya ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan, berdewam in.

Beşdarê bi navê Ehmed Hisên ji navçeya Til Koçerê ye, wiha got: "Me meşeke dirêj ji Qamişloyê heta bi Dêrikê li dar xist. Armanca meşê redkirina tecrîda girankirî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan e."

Li aliyekî din jî beşdarê bi navê Şafî Nezal ê ji navçeya Çilaxa diyar kir ku hedefa meşê vegerandina rihê şoreşgerî, ciwantî û vejandina vîna ciwanan e, her wiha bi hedefa nûkirina têkoşînê li dijî siyasetên dewleta Tirk û tecrîda girankirî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan e.

Heyam Xelef jî ya ji bajarokê Rimêlanê, piştrast kir ku dê têkoşîna ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan berdewam bikin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/uHFvxL3EwrQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>