Rêber Ocalan: Bi Arîn Mîrkan re jiyana jinan çavê xwe li jiyaneke nû vekir

Rêber Abdullah Ocalan: “Di şexsê Kobanê de bi rihê berxwedana Arîn Mîrkanan jiyana jinan çavê xwe li jiyaneke  nû û li şaristaniyeke nû vekir. Bi van hestan jinên ku têkoşîna azadiyê didin ez we hemûyan silav dikim.”

Rêber Ocalan: Bi Arîn Mîrkan re jiyana jinan çavê xwe li jiyaneke nû vekir
5 cotmeh, 2020   08:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, jinan xeta berxwedana Zîlanê (Zeynep Kinacî) ji xwe re esas girt. Ji bo jiyanake birûmet û azad rihê xwe feda kirin. Arîn Mîrkan yek ji van jinan bû. Arîn Mîrkan ku rêya Zîlanê şopand, di 2014’dan de bi çalakiya xwe derbeyeke mezin li çeteyên DAIŞ’ê xist. Bi çalakiya Arîn, rihê berxwedanê ji Kobanê destpêkê belavî hemû Kurdistanê, ji wir jî belavî hemû cîhanê bû. Di têkoşîna azadiya jinan de, piştre jî di ya hemû mirovahiyê de bû qonaxeke nû.

Rêber Abdullah Ocalan li zindana Îmraliyê bi peyamakê çalakiya Arîn Mîrkan silav kir û bang li hemû jinên kir ku divê bê zanîn jinên Kurd ji bo ku bikarin têkoşîna azadiyê mezin bikin û bigihêjin azadiya xwe, berdelên mezin dane. Arîn Mîrkan jî bi heman hest û armancan çalakiya fedaiyane li dar xistiye.

Rêber Abdullah Ocalan di peyama xwe de ev nirxandin dikir: “Jinan di şexsê Kobanê de, bi rihê berxwedana Arîn Mîrkan çavê li jiyaneke nû û li şaristaniyeke nû vekir. Ez bi van hestan jinên wêrek ku bi qehremanî têkoşîna azadiyê dikin, bi hurmet silav dikim.”

Rêber Ocalan di peyama xwe de digot “Sedsala 21’an dê bibe sedsala şoreşa jinan” û ji bo Arîn Mîrkan û hemû jinan ev peyam şand.

‘BÊYÎ JINAN JIYAN NABE’

Bêyî jinan jiyan nabe. Bê azadî etîk û xweşikbûn nabe. Meqseda min ji etîka jinan, hêza biryardayîna jinan e. Jinek xwestin an jî keça xwe dayîn nayê qebûlkirin. Tu yê  bibêjî ez ez im. Ez ne ya kesî me. Jin ne jina mêrê xwe, ne keça bavê xwe, ne jî xwişka birayê xwe ye, divê wilo jî nebe. Divê jin xwe be. Rêya vê jî xebata bi dil û can e, lêhûrbûn e, ronîkirina tariyê ye.

Heke tekoşîna azadiya jinan nebûya dê jiyana jinan a koletiyê dewam bikira. Jiyana Sakîneyê ji bo vê mînakek e. Azadiya jinan têkoşîna Sakîneyê ye. Divê hûn hesabê Sakîneyê bipirsin, derxin holê. Jinên şehîd ên qehreman hene. Hemû jî pir bi nirx in. Ez hemûyan bi rêzdarî bi bîr tînim.”

‘EZ BEHSA EVÎNA CIVAKÎ DIKIM’

“Niha hemû cîhan behsa vê rastiyê dike û di kovarên xwe de cih dide vê xweşikiyê. Va ye ev dildariya azadiyê ji vê derê derket. Divê ev rast bê fehmkirin. Divê sosyoljiya evînê di realîteya (rastiya) Kurd û Kurdistanê de baş û rast bê naskirin. Ez evînê, hezkirinê, malbatê tu caran înkar nakim. Girêdana bi van re girêdaneke maqûlî, eslî ye. Lê heke jiyaneke azad nebe wê demê tu wateya van jî tune ye. Evîna ku ez behsa wê dikim evîneke civakî ye.

 ‘JINA HERÎ XWEŞIK A AZAD E’

Ji bo min azadiya jinan ji her tiştekî girîngtir e. Jina herî xweşik jî, ya ku jiyana xwe azad e. Tu kirêtî bi qasî bi jinên kole û bi zilamên serdest re yekbûnê re ne kirêt e. Di heman demê de tu yekbûyîn bi qasî bi jinên azad û bi zilamên xwe ji serdesteyî rizgar kiriye, xweşik, qedirgiran û rast nîn e. Ev 30 sal e yên ku herî zede piştevaniya min dikin, jin in. Divê hevpeymaneke li hemberî sunnetê, tecawiz û hwd. amade bikin. Divê hûn bi kûrahî binirxînin. Baweriya xwe bi zilaman neynin. Dogmatîzma zilaman birûxînin. Bi jinbûyîna xwe bawer bin. Azadî û wekhevî tenê dikare bi meselaya jinan bê çareserkirin. Ji ber wê jî şoreşa me şoreşa jinan e.

‘WELATEKÎ KU TÊ DE JIN TÊN QETILKIRIN, EZ NABIM ENDAMÊ WÎ’

Erdogan dibêje 3 zarok û pirzewac. Ew jî bi zanebûn dibêje, ez jî bi zanebûn dibêjim. Di vir de du feraset li hemberî hev hene. Em binêrin bê ka ew ê bi ser bikeve yan em ê bi ser bikevin. Li vir jî di nav xalên min ên çareseriyê de xala azadiya jinan a yekem e. Ji min fehm nakin. Dibêjin ‘çi eleqeya vê bi çareseriyeke demokratîk heye’. Ez zelal diaxivim. Li welatekî ku ew qas jin tê de tên qetilkirin, ez nabim endamê wê dewletê. Çareserî, tenê bi hiqûqa azadiya jinan dibe. Hiqûqa jinan, hiqûqa azadiyê ji bo min esas e.”

ANHA