ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05- 10-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05- 10-2020`AN
4 cotmeh, 2020   23:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Şêniyên Minbicê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk xwepêşandanekê li dar dixin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), têkildarî tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê panelekê li bajarê Qamişloyê li dar dixe, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Saziya Ol û Civakê ya herêma Cizîrê, bi wesîleya salvegera yekemîn a êrişên dagirkeriyê yên li ser Serêkaniyê û Girê Spî daxuyaniyekê li goristana Şehîd Delîl Saroxan dide, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şeniyên ji netewa ermenî yên ku li bajarê Hesekê dijîn êrîşên Azerbaycan yên li ser Ermenîstanê şermezar kirin û gotin: “Neviyê Osmaniyan ku îro Erdogan serkêşiya wan dike, dîsa dixwazin komkujiyê li ser Ermeniyan pêk bîne.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Wail Mîrza diyar kir ku derengmayîna hêzên cîhanî ya itîrafkirina bi qirkirina osmanî ya li dijî gelê Ermen û Asûrî hişt ku dewleta Tirk a dagirker heta roja îro sûcan pêk bîne û wiha got: "Divê hêzên cîhanî yên îdîa dikin ku parastina mafên mirovan û aştiyê dikin itîraf bikin ku dewleta Tirk piştevanê yekemîn a terorê li herêmê ye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Beşdarên panela duyemîn a MSD’ê ku li bajarê Reqayê hate lidarxistin, destnîşan kirin ku qada azadiya giştî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi awayekî mezin berfireh bû. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Şêniyên navçeya Dirbêsiyê diyar kirin ku azadiya rêber Abdullah Ocalan çareya tekane ya bidawîkirina krîzên Rojhilata Navîn e û gotin: "Bi berdewama girêka Rojhilata Navîn re, girîngiya pêşniyarên rêbertî zêde dibin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Şehîd Arîn Mîrkan efsaneya berxwedana Kobanê ye ku metoda birûmet a berxwedan û têkoşînê ji bo azadiya jinan nexşe kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meşa dirêj a Kongreya Star di roja sêyemîn ji gundê Til Şeîr ber bi navçeya Fafînê ve bi dawî dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Yekitiya Jinên Ciwan dê di 6-7 Cotmehê de bi diruşma "Bi rêxistina jinên ciwan em ê dagirkeriyê têk bibin", kongreya xwe ya 4'emîn li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

- Ciwanên ku beşarî meşa dirêj a ji bajarê Qamişlo ber bi Dêrikê ve bûne destnîşan kir ku bi rêya vê meşê armanc dikin ku rihê şoreşgerî, ciwantî û vejandina li gel ciwanan vegerînin, her wiha têkoşîna ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li dijî rêber Ocalan nû bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA