Benny Gantz: Tirkiyê aramiya herêmê xirab, divê zextê lê were kirin

Wezîrê Parsastinê yê Îsraîlê Benny Gantz, dewleta Tirk bi xirabkirina aramiya herêmê tewanbar kir û banga pêkanîna fişara navneteweyî li dijî wê kir da ku reftarên xwe biguhere.

Benny Gantz: Tirkiyê aramiya herêmê xirab, divê zextê lê were kirin
4 cotmeh, 2020   20:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Benny Gantz got: "Dewleta Tirk û Îranê li pêş rêya geşkirina aştiyê disekin û piştevaniya dijminê herêmê dikin."

Daxuyaniya Benny Gantz ji komek rojnamegerên dewletên kendavê re piştî peymana aştiyê ya di navbera Îsraîl, Îmarat û Behreynê de pêk hat.

Gantz wiha domand: "Ev tişt hemû aramiyê bi dûr dixin." Gantz bi vê yekê îşaret bi pêngavên dewleta Tirk ên li bakurê Sûriyê û rojhilatê Deryaya Spî û destwerdana li Lîbyayê kir.

Gantz di civîna "Meclisa Ereb a Tekamul Iqlîmî "de bi vedeokonferansê wiha bi bîr xist: "Teqez, doza Tirkiyê pir girêk e. Ji ber ew parçeyek ji NATO’yê ye."

(fr)