Qonaxa 3'yemîn a pêşbirka "Nivîskarê pêşerojê" dest pê kir

Qonaxa sêyemîn a pêşbirka zarokan a "Nivîskarê Pêşerojê" dest pê kir. Komîteya amadekar a pêşbirkê diyar kir ku di demeke nêzîk de navê kesên serkeftî werin eşkerekirin.

Qonaxa 3'yemîn a pêşbirka "Nivîskarê pêşerojê" dest pê kir
Qonaxa 3'yemîn a pêşbirka "Nivîskarê pêşerojê" dest pê kir
Qonaxa 3'yemîn a pêşbirka "Nivîskarê pêşerojê" dest pê kir
Qonaxa 3'yemîn a pêşbirka "Nivîskarê pêşerojê" dest pê kir
Qonaxa 3'yemîn a pêşbirka "Nivîskarê pêşerojê" dest pê kir
2 cotmeh, 2020   15:23
QAMIŞLO

Ji bo teşwîqkirina zarokan li ser xwendin û nivîsndinê ku di pêşerojê de bibin nivîskar, Desteya Çand û Hunerê di meha Tebaxê de û yekem car li ser asta herêmê pêşbirkek bi navê   "Nivîskarê Pêşerojê" dabû destpêkirin.

Zarokên ji temenê 10 salî heta 17 salî beşdarî pêşbirkê bûn ku li gorî di çînan hatibû dabeşkirin. Zarokên ku beşdarî pêşbirkê bibin bi zimanê ku ew dixwazin (Erebî, Kurdî) berhemên xwe, ji kurteçîrok, nivîs û helbest pêşkêş kirin.

Qonaxa yekemîn û duyemîn a pêşbirkê li parka Xwendinê ya bajarê Qamişlo bi dawî bûn.

Îro qonaxa sêyemîn a pêşbirkê bi beşdarbûna 90 zarokan dest pê kir, her beşdarekî berhemên xwe li pêşiya komîteyê xwendin.

Ji kesên ku beşdarî pêşbirkê bibûn 12 kes wê werin hilbijartin û navê kesên serkeftî dê di demeke nêzîk de werin ragihandin.

ANHA