Yewnanistan: Nameya Ewropayê ji Tirkiye re zelal e

Serokê  Yewnanistanê Kyriakos Mitsotakis ku beşdarî lûtkeya Ewropayê bûye got YE’yê ji bo dewleta Tirk û piştgiriya Yewnanistanê û Qubrisê nameyeke zelal şandiye. Tê zanîn ku lûtkeya Ewropayê ev du roj in li paytexta Belcîkayê Brukselê li dar dikeve.

Yewnanistan: Nameya Ewropayê ji Tirkiye re zelal e
2 cotmeh, 2020   12:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Kyriakos Mitsotakis diyar kir ku lûtke piştrat dike ku pêşxistina têkiliyên di navbera Yekitiyê û dewleta Tirk de girêdayî sekinandina Tirkiye ji kiryarên yekalî ye.

Mitsotakis da zanîn ku lûtkeyê bal kişand ser ku dê cezayan li dijî dewleta Tirk ferz bike heka reftarên xwe yên dijminahî berdewam kirin.

Lûtkeya Ewropayê ji bo lêvegera ji tevahiya nêzîkatiyên têkildarî Tirkiye re 1`ê Çileyê veqetandibû.

Li gel vê rêveberên yekitiyê yên di lûtkeyê de der barê vekişandina Enqerayê ji keştiyên xwe yên li deryaya Qubrisê re, mîna vekişandina ji deryaya Yewnanistanê li hev kiribûn û heke vê yekê neke dê tekane bijardeya ferzkirina cezayan li pêşiya wan bimîne.

Ji 10`ê Tebaxa derbasbûyî ve nakokiya di navbera Tirkiye û gelek dewletên Ewropayê de ji dema ku Tirkiye li rojhilatê Deryaya Spî li gazê digere gurtir bûye.

(eh)