Partiya Komarê ya Kurdistanê banga hevgirtinê bi gelê Ermenistanê re kir

Partiya Komerê ya Kurdistanê-Sûriyê piştgiriya xwe bi gelê Ermen û Kurd li Ermenistanê ragihand. Her wiha piştrast kir ku ew ê li hemberî destwerdana Azebeycanê ya tund ku rejîma Tirk bi awayekî yekser desteka wê dike, li ber xwe bidin. Partiyê bang li rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY), Konseya Ewlehiyê û tevahiya rêxistinên navneteweyî kir ku bi lez mudexele bikin û rê li pêşiya mudexeleya Tirk bigirin, hêz û çeteyên xwe ji Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bikişîne.

Partiya Komarê ya Kurdistanê banga hevgirtinê bi gelê Ermenistanê re kir
2 cotmeh, 2020   12:49
QAMIŞLO

Partiya Komerê ya Kurdistanê –Sûriyê çalakiyeke protestoyî li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Qamişlo li dar xist. Bi dehan endamên partiyê tev li çalakiyê bûn.

Beşdaran pankartên bi nivîsên "Em banga parastina asmanî ji bo herêmên Rojavayê Kurdistanê li Koalîsyona Navneteweyî dikin", "Na ji kuştina bizanabûn re ya li dijî Kurdan", "Em sûcên li dijî gelê me li Serêkaniyê şermezar dikin", "Em piştgiriya gelên Kurd û Ermen ên li Ermenistanê li hemberî destwerdanê dikin" hildan.

Di çalakiyê de daxuyaniya partiyê ji hêla hevseroka sekreterê Partiya Komarê ya Kurdisatnê-Sûriyê Beyan Dawûd ve hate xwendin.

Partiyê di daxuyaniya xwe de dîroka Kurdistana Sor li herêma Nagornî-Qerebaxê bi bîr xist û diyar kir ku li wê herêmê nakokiyeke xwîndar di navbera Ermenistan û Azerbêcan de çêbû. Di encamê de herêm wêran bû û niştecihên wê yên Kurd ji hêla dewleta Azerbêcanê ve hatin koçberkirin.

BÛYERÊN KU ÎRO RÛ DIDIN XELEKEKE NÛ YE, ARAMÎ Û AŞTIYÊ TEHDÎD DIKE

Partiyê di berdewama daxuyaniya xwe de bal kişand ser tevgera Azerbêcanê ji bo têkbirina ewlehiyê herêmê bi desteka dewleta Tirk û diyar kir ku ev xelekeke nû ye ku dewleta Tirk aramiya herêmê tehdîd dike.

Her wiha partiya di daxuyaniya xwe de da zanîn ku zihniyeta rejîmên Tirk û Îran û Sûriyê li dijî gelên herêmê yên Ermen, Kurd, Suryan û Ereb û înkarkirina mafên gelê Kurd yên ku li ser axa ya dîrokî dijî gelek xeter e. Ev pergal êdî li ser tevahiya Rojhilata Navîn bûye xeterî, divê civaka naveteweyî û rêxistinên hiqûqî û mirovî li hember vê zihniyeta desthilatdar û zordest bisekine.

DEWLETA TIRK AFIRANDINA ŞERAN Û NAKOKIYAN ARMANC DIKE

Partiyê di berdewama daxuyaniyê de piştgiriya xwe bi gelên Ermen û Kurd ên li Ermenistanê rave kir û got: “Em ê li hemberî destwerdana Azerbêcanê ya tund a ku dewleta Tirk bi awayekî yekser desteka wê dike, bisekinin. Dewleta Tirk derxistina şeran û nakokiyan armanc dike da ku desthilata Osmanî li ser hesabê azadiya gelan vejîne.”

Partiya Komarê ya Kurdistanê-Sûriyê di dirêjahiya daxuyaniyê de da xuyakirin ku herêma Nargonî-Qerebax herêmeke girêdayî Ermenistanê ye. Piraniya şêniyên wê gelê Kurd in ên ku di dirêjahiya salên borî de di bin sîwana Ermenistanê de di nav ewlehiyê de bû. Lê Azerbêcanê qanûna navneteweyî bin pê kir û êrişî herêmên ewle kir. Partiyê diyar kir ku ev herêm herêmeke sînor e û divê ewle be. Nakokiya li ser bi rêya dadgehên navneteweyî tê çareserkirin.

Partiyê di dawiya daxuyaniya xwe de banga piştgiriya Ermenistan û gelê Kurd li Ermenistanê kir. Her wiha bang li Neteweyên Yekbûyî (NY), Konseya Ewlehiyê û tevahiya rêxistinên navneteweyî kir ku bi lez mudexele bikin û rê li pêşiya dewleta tirk bigirin û jê bixwazin ku yekser hêz û çeteyên xwe ji Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bikişîne.

(şx)

ANHA