Li rêber Ocalan 6 mehan hevdîtina bi parêzeran re hate qedexekirin

Li rêber Abdullah Ocalan û 3 girtiyên li gel wî, ji bo 6 mehan hevdîtina bi parêzeran re hate qedexekirin.

Li rêber Ocalan 6 mehan hevdîtina bi parêzeran re hate qedexekirin
2 cotmeh, 2020   11:48
NAVEND NÛÇEYAN

Li rêber Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim hevdîtina parêzeran hate qedexekirin.

Li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê, 2'yemîn Dadgeiya Înfazê ya Bûrsayê li Ocalan û 3 kesên li Îmraliyê ji bo 6 mehan hevdîtina parêzeran qedexe kir. Li gorî agahiyan biryar di 23'ê Îlonê de hatiye dayîn.

Parêzer herî dawî di 22'yê Gulanê, 12-18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an  de çûbûn Îmraliyê.

Ji wê demê de 107 caran serlêdan hatine kirin, lê bê bersiv hatine hiştin.