Li Switzerlanda 4 ji DAIŞ û Qaîdê hatin girtin

Nivîsgeha Dozgera Giştî ya Switzerlanda (OAG) ragihand ku wê di çarçoveya lêpirsîna çalakiyên tundraw de, 3 zilam û jinek li kantona Friborg girtine.

Li Switzerlanda 4 ji DAIŞ û Qaîdê hatin girtin
2 cotmeh, 2020   11:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî radyoya Switzerlanda ya cîhanê desthilata Switzerlanda îro got wê 4 kesên bi gumana ku têkiliyên wan bi DAIŞ û Qaîdeyê re hene girtine.

Nivîsgeha dozgera federalî ragihand ku polîsan di çarçoveya lêpirsîna tevgerên tundraw de, li kantona Friborgê li rojavayê welêt bi ser sê malan de girtin.

Tê gumankirin ku her çar kesan qanûna Switzerlanda ya ku dan û standinên bi rêxistinên girêdyaî DAIŞ û Qaîdeyê re qedexe dike, binpê kiriye. Nûnerê dozgeriyê bi bîr xist ku her çar kesên girtî tê gumankirin ku wan desteka rêxistineke sûcdar kiriye yan jî tev lê bûne.

Dozgeriyê nasnameyên her çar kesan eşkere kirin; jineke (28) ji Kosovayê, yekî din (26) ji Makdonyayê, mêrek (34) ji Kosovayê û yê çarê jî (34) pê re nasnameyên Switzerlanda û Kosovayê hene.

(şx)