Ciwanên herêma Cizîrê…Em ê komployên navneteweyî têk bibin û bi ser kevin

Ciwanên herêma Cizîrê diyar kir ku ew ê  li dijî her kesê ku destên wan di komploya naveteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan de heye bisekinin û dê li hemberî dewletên piştgiriya kesên bi nirxên mirovahiyê û nirxên gelê Kurd dilîzin bisekinin, di heman demê de dê piştgiriya pêngava KCK`ê bikin û li dijî îxanetkaran bisekinin.

Ciwanên herêma Cizîrê…Em ê komployên navneteweyî têk bibin û bi ser kevin
Ciwanên herêma Cizîrê…Em ê komployên navneteweyî têk bibin û bi ser kevin
Ciwanên herêma Cizîrê…Em ê komployên navneteweyî têk bibin û bi ser kevin
Ciwanên herêma Cizîrê…Em ê komployên navneteweyî têk bibin û bi ser kevin
Ciwanên herêma Cizîrê…Em ê komployên navneteweyî têk bibin û bi ser kevin
2 cotmeh, 2020   12:00
QAMIŞLO

Îro 300 ciwanên pêkhateya herêma Cizîrê di çarçoveya pêngava KCK`ê û şermezarkirina êrişên artêşa Tirk ên li dijî herêmên Kurdistanê û tecrîda li ser rêber Ocalan bi dirûşmeya"Dem dema azadiyê ye" ji bajarê Qamişlo ber bi Dêrikê ve çûn.

Ciwan li pêşiya Navenda Yekitiya Werzîşê ya bajarê Qamişlo kom bûn û wêneyên rêber Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên zimanê kurdî"Bimire îxanet" û "Bi têkoşîna Îmraliyê heta berxwedana li Heftanînê em bi ser kevin" rakirin.

Endama Rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Cizîrê Canfeda Tohildan axivî û got armanca xwepêşandana wan piştgiriya berxwedana Heftanînê, şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan û tecîrda artêşa Tirk li dijî rêbertî ferz kiriye.

EM Ê LI HEMBERÎ KESÊN DESTÊN WAN DI KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ DE HEYE BISEKININ

Canfeda Tolhildan îşaret bi 9`ê Cotmehê ku salvegera 21`mîn a komploya navneteweyî ya li dijî rêbertî ye kir û piştrast kir ku ew ê wek Tevgera Ciwanên Şoreşger roleke pêşeng bilîzin û dê ji bo azadiya rêbertî asta têkoşîna xwe bilind bikin.

Canfeda Tolhildan di berdewama axaftina xwe de ev yek got: "Bi dirûşma"Dem dema azadiyê ye" em ê li hemberî her kesên destên wan di komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan, dewletên piştgiriya vê komployê kirin û destekê didin kesên bi nirxên mirovahiyê û gelê Kurd dilîzin, bisekinin û em ê li hemberî kesên îxanetê bi gelê Kurd dikin jî bisekinin."

Umer El-Hilo yek ji xwepêşandêran e axivî û da zanîn ku bi armanca şermezarkirina êrişên artêşa Tirk daketine qadan, di heman demê de ew û tevahiya pêkhateyên herêma Cizîrê dê li hemberî artêşa Tirk, siyaseta ku Erdogan, siyaseta şerê taybet ku li hemberî ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dide meşandin, bisekinin.

Endama Tevgera Jinên Ciwan Zeyneb Hesen ku ji bajarê Hesekê beşdarî vê çalakiyê bûye axivî û ev yek got: "Armanca vê xwepêşandanê ku dê 3`ê rojan dewam bike, isbata hebûna ciwanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, da ku rola ciwanan di civakê de raber bibe û li hemberî artêşa Tirk bisekinin."

Li aliyekî din jî endamê rêveberiya Tevgera Ciwanên Herêma Cizîrê Şoreş Ronahî jî axivî û bi lêv kir ku wan beriya demekê bi dirûşma"Dem dema azadiyê ye" hemleyek ragihand û îro ji bo piştevahiya vê pêngavê daketine qadan û li hemberî faşîzma dewleta Tirk asta têkoşîna xwe xurtir bikin.

Tê payîn ku ciwan îro bigihêjin navçeya Tirbespiyê û paşê dê ber bi Tirbespiyê, Çilaxa, Girkê Legê û Dêrikê ve biçin.

(eh)

ANHA