Ji bo wefata Baba Şêx ji TAJÊ`yê daxuyanî

Baba Şex yek kesayetên herî zêde li tifaqa Êzidiyan digeriya. Her tim dixwest tifaqa wan çêke. ‎Tu carî xwe neda aliyê tu kesî.

Ji bo wefata Baba Şêx ji TAJÊ`yê daxuyanî
2 cotmeh, 2020   10:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî wefata rêberê Rûhanî Baba Şêx, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) daxuyaniyek nivîskî  da.

Rêberê Ruhanî yê civaka Êzidî di 28`ê meha Îlonê de rakiribûn nexweşxaneya bajarê Duhokê ya giredayî Başûre kurdistanê ji ber rewşa wî giran bû, herî dawî jî li nexweşxaneya Hewlêrê dihat dermankirin. Di 1’ê meha Cotmehê de Rêberê Ruhanî yê civaka Êzidî Baba Şêx  koça dawî kir.

Gelek welatên ku gelê Êzidî lê hene ji bo bîranîna Baba Şêx merasîm tê lidarxistin. Bi boneya koçkirina  Rêberê Ruhanî yê civaka Êzidî Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) jî daxuyanî da.

Daxuyaniya TAJÊ bi vî awayî ye:

“Wek Tevgera Azadiya Jinên Êzidxanê (TAJÊ) bi koçkirina Baba Şêx em pir xemgîn bûn. Ji ber Baba Şêx di nava civaka Êzidî de her demê li kêleka civaka xwe bû. Her wiha ji bo ku pirsgirêkên di nava civaka Êzidî û civakên din de rola aştiyê lîstiye. Hezkirin, komkirin , pîvan, wekhevî di keseyata wî de dihate diyarkirin. Di dema fermana 2014’an de ji bo keç û jinên di destê DAIŞ’e vegerin ser axa xwe û di nav malbatên xwe de Baba Şêx bi rola xwe rabû û hatina wan nav civakê qebûl kir û bi civaka Êzidî jî da qebûlkirin. Ji bo ku pêşî li kuştina jinan were girtin Baba Şêx her tim rola xwe lîstiye. Tu carî pêşiya pêşketina jinê û zanebûna wê weke Rêberekî Rûhanî nebûye asteng. Ji bo tevahî jinên Êzidî ew weke bavekî bû. Derdê jinan ji xwe re weke xemekê didît.

Em wek jin baş dizanin ku koçkirina Baba Şêx wê valatiyeke mezin di nava civaka Êzidî de peyda bibe. Bi taybet di vê merhelaya hesas de. Ji bo wê jî pêwîst e bi taybet jinên Êzidî pîvan û çanda Êzidîyatiyê ya resen biparêzin. Nehêlin ku valatiya Baba Şêx bandora xwe neyênî bike.

Baba Şêx yek ji kesayetên herî zêde li tifaqa Ezidiyan digeriya. Her tim dixwest tifaqa wan çêke. Tu carî xwe neda aliya kesekî. Ji bo wî hemû Ezidî wekhev bû. Em weke tevgera azadiya jinên Êzidî ji bo hemû civaka Êzidî û bi taybet jî Jina Ezidî sersaxiye dixwazin. “