Li Idlibê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên artêşa Tirk de şer berdewam e

Îro li herêma Idlibê di navbera çeteyên artêşa Tirk û hêzên hikumeta Sûriyê de şer derket û hêzên hikumetê 4 bajarokên gundewarên Idlibê kirin armanc û çeteyan jî nuqteyên hikumetê yên li başûrê Idlibê topbaran kirin.

Li Idlibê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên artêşa Tirk de şer berdewam e
2 cotmeh, 2020   09:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên hikumeta Şamê careke din bi moşekan êrişî Fetêra, Kensefra, Sihohin, Bênîn ên li başûrê bejahiyên Idlibê kir , her wiha çeteyên artêşa Tirk jî nuqteyên hikumetê yên li eniyên şer ên li başûrê Idlibê kirin armanc û heta niha agahiyên der barê windahî û zirarên madî tune ne.

Çeteyên artêşa Tirk bersiva êrişên li dijî gund û bajarokên bejahiyên Idlibê da û bi topban nuqte û komên hêzên hikumetê yên li bajarê Seraqibê û derdora wê kirin armanc, hêzên hikumetê jî bajarokê Afis û derdora rojhilatê bajarê Idlibê, nuqteyên çeteyan ên li çiyayê Zawiyê yê li bejahiyên Idlibê topbaran kirin.

(eh)