YBŞ`ê sersaxî ji malbata Baba Şêx re xwest

Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bi daxuyaniyekê sersaxî ji gelê Êzidî re xwest ji ber wefata şêxê Êzidiyan û got: “Baba Şêx li dû xwe valahiyek çêkir.”

YBŞ`ê sersaxî ji malbata Baba Şêx re xwest
2 cotmeh, 2020   09:52
Navenda nûçeyan

Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) der barê wefata Baba Şêx de şêxê Êzidiyan daxuyanî da û ev tişt got:

“Dûh şev bi xebereke xemgîn û govaneke mezin ve kadem gûhestina babê rûhî yê civaka me ya Êzidî Babê Şêx li nexweşxaneya Dihokê me bihîst. Em ji Xwedê dixwazin cihê wî bike bihûşt, sersaxiyê ji malbata wî, tevahî civaka Êzidî û gelên cîhanê re dixwazin.

Babê Şêx, ev nêzî 25 sal bû li ser sicadê Laleşê ku cihekî girîng de xizmeta vê civakê kir. Xizmeta ola Êzidiya kir û xizmeta tevahiya civakê kir. Gelek pirsgirêkên di nava civaka Êzidî de heger nedihatin çareserkirin Babê Şêx erkê careseriyê radikir û çareser dikir. Li gelek cihan de mekanizmaya li hev hatinê û nakokiyên ku di navbeyna eşîr û babikan de hebûn ku nedihatin çareser kirin û çareserî ne dihat dîtin, Babê Şêx çareser dikir.

Babê Şêx di hişmendî û felsefeya ola Êzidiyan de li cihê herî bilind ê olî li Laleşa Nûranî ku cihekî muqades e de peya bilind ma. Girîngiya Babê Şêx, ne tenê ji bo civaka me ya Êzidî re ji bo hemû netewe û gelên cîhanê re hebû. Di vê merheleya ku guhertinên çêdibin a Kadem guhestina Babê Şêx em bi hêvî ne ku di nava civaka me de valatiyekî çêneke û tevahiya gelê me di ferqa wê de bin û dîsa li ser tifaqiya civakê ya yek destî û danenaskirina civakê were karkirin.

Em wek YBŞ û YJŞ bi xemgînî van tiştan tînin ser ziman, em di ferqa wê de ne ku valatiya Kadem guhestina Babê Şêx a di nava civaka me de çêkir, em di wê hêviyê de ne tevahiya civaka me wê di wê ferqê de bin. Ji ber ku leyistokên li ser civaka me leyistokên ne ji rêzê ne. Valatiya ku di vir de çêbuye, Mîrên Şêxa û tevahiya civaka me divê di vê ferqê û zanebûnê de bin. Bi vê zanebûn û hişmendiyê ve kar bikin û xizmet bikin ku valatiyên hatine çêkirin, werin dagirtin.

Em ji Xwedê hêvîdar in ku cihê Babê Şêx bike bihûşt, careke dinê sersaxiyê ji malbata wî, tevahiya civaka me, tevahî civata Rûhanî, Koçek û şkestiyê Laleşê û hemû gelên Rojhilata Navîn re dixwazin.”