Jinên endamên PYD`ê tundiya li ser jinan şermezar kir

Nivîsgeha Jinan a PYD`ê bi daxuyaniyekê tundî û kuştina ku li dijî jinan tê kirin şermezar kir û bang li rêxistinên mafên mirovan û tevgerên ku piştgiriya jinan dikin kir ku banga mafên jinan bikin.

Jinên endamên PYD`ê tundiya li ser jinan şermezar kir
28 îlon, 2020   10:14
QAMIŞLO

Nivîsgeha Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a bajarê Qamişloyê daxuyaniyek der barê tundiya li ser jinan û kuştina jinan li pêşiya navenda PYD`ê ya rojhilatê bajarê Qamişlo da.

Di daxuyaniyê de bi dehan jinên PYD`ê amade bûn, daxuyanî bi zimanê kurdî ji aliyê endama nivîsgehê Sîwan Mihemed û bi zimanê erebî ji aliyê endama nivîgehê Delal Hisên ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de endaman wêneyên rêber Abdullah Ocalan û alên PYD`ê rakirin.

Naveroka daxuyaniyê wiha ye:

"Em endamên Nivîsgeha Jinan a Partiya Yektiya Demokratîk helwesta dermirovî yên ku rastî jinan tên kirin, bi tundî şermezar dikin.

Em ji rêxistinên mafên mirovan daxwazin ku tedbîran bigirin ku parastinê pîrozî, rûmet û mafên jinan bê kirin, ji ber ku rastî kuştin, girtin û îşkencekirinên (bedenî û derûnî) û destdirêjiyê tên.

Em di sedsala 21’an de dijîn, em kevneşopiyên kevin ên ku civakan li ser jinan ferz kirine, bi navê rûmetê, ku vê ferzkirinê jin rastî kuştinê kiriye, ev jî ji hêla ferasta mêrdestiyê çi bav, mêr be yan jî bira û kurê wê be, pêk tê.

Dengê jinan şoreş e ne krêtî ye, em endamên tevgera azadî û rêxistina jinan a PYD`ê li fikir, raman û felsefeya rêber Abdullah Ocalan dimeşin. Ev felsefeya ku banga azadiya jinê kir û ew kir bingeha avakirina civaka demokratîk a ku tê de azadî, dadmendî û wekehevî serdest e.

Em bang li hemû sazî û rêxistinên mafên mirovan ên ku piştgiriya tevgera jinan dikin ku tundiyê di derheqê wê de rawestînin û banga mafên wê bikin, her wiha em ê bergiriyê di ber hemû jinên cîhanê de bikin.”

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/R4CezES0Gvs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>