Dema destgîrkirina siyasetmedarên HDP'ê hate dirêjkirin

Hate ragihandin ku hîn jî îfadeya siyasetmedar û HDP'iyên destgîrkirî nehatiye girtin û dema destgîrkirina wan hate dirêjkirin.

Dema destgîrkirina siyasetmedarên HDP'ê hate dirêjkirin
28 îlon, 2020   10:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ya dewleta Tirk endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê  yên berê û niha di 25’ê Îlonê de hatibûn destgîrkirin. Siyasetmedar li Midûriyeta Polîsan a Enqereyê tên ragirtin. Operasyon li 7 bajaran hatibû lidarxistin.

Parêzerên siyasetmedaran ragihand ku hêj îfadeyên muwekîlên wan nehatine girtin û gotin wê dema destgîririna wan were dirêjkirin.

Parêzeran diyar kir ku der barê lêpirsînê de 'biryara nepeniyê' heye û ew ê îtîrazî dirêjkirina dema destgîrkirinê bikin. Parêzeran got ew ê hewl bidin bi dozgerê lêpirsînê re hevdîtinê pêk bînin.