Li Idlib, Hema û Laziqiyê şer berdewam e

Çeteyên artêşa Tirk nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li başûrê Idlibê dikin armanc û hêzên hikumetê jî gundewarên Laziqiyê, Idlib û Hemayê topbaran dikin.

Li Idlib, Hema û Laziqiyê şer berdewam e
27 îlon, 2020   13:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku hêzên hikumetê bi moşekan herêmên Ciyayê Tirkumen ê gundewarên bakurê Laziqiyê topbaran kir, di heman demê de li eniyên şer ên li gundewarê başûrê Idlibê di navbera çeteyên dewleta Tirk û hêzên hikumetê de şer berdewam e.

Beriya niha çeteyan nuqteyên hêzên hikumetê yên li Kefernubil, Hezarîn ên başûrê Idlibê topbaran kir. Hêzên hikumetê jî deverên li Filfil, Kensefra, Sifûhin, Barê û Fetîra yên li Ciyayê Zawiyê yên li gundewarê başûrê Idlibê, El-Deqmaq, Enkawa yê li Sehil El-Xab ê li bakurê rojavayê gundewarê Hemayê topbaran kir. Agahiyên têkildarî wendahiyan tune ne.

Duh li eniyên gundewarên Idlibê û Hemayê di navbera çeteyan û hêzên hikumetê de şer derket, teyan bi topban komên hêzên hikumetê yên li eniyên Beyt Hesno yên li Sehil El-Xab ê bakurê rojavayê parêzgeha Hemayê kir armanc.

(eh)