Ji bo şopandinê şandeyek li ser dibistanên herêma Cizîrê digere

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û şandeyek ji Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê li ser dibistanan gerîn da ku amadekarî û tedbîrên ji bo pêşîlêgirtina berbelavbûna vîrusa koronayê bişopînin.

Ji bo şopandinê şandeyek li ser dibistanên herêma Cizîrê digere
Ji bo şopandinê şandeyek li ser dibistanên herêma Cizîrê digere
Ji bo şopandinê şandeyek li ser dibistanên herêma Cizîrê digere
Ji bo şopandinê şandeyek li ser dibistanên herêma Cizîrê digere
Ji bo şopandinê şandeyek li ser dibistanên herêma Cizîrê digere
Ji bo şopandinê şandeyek li ser dibistanên herêma Cizîrê digere
Ji bo şopandinê şandeyek li ser dibistanên herêma Cizîrê digere
27 îlon, 2020   09:51
QAMIŞLO

Îro 4 hezar û 92 dibistanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê deriyên xwe li pêş 900 hezar xwendekaran ji bo sala xwendinê ya 2020/2021’an vekirin, li gel wê jî tedbîrên xweparastina ji vîrusa koronayê (Covid-19) hatin girtin.

Şandeya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya serdana dibistanên Qamişloyê kiriye, ji hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kewser Doko, hevserokatiya Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê Telat Yûnis û Nezîra Gewriyê û hevserokê Desteya Perwerde ya herêma Cizîrê Rohat Xelîl pêk hat.

Ji tedbîrên xweparastina ji vîrusê yên li dibistanan hatine girtin, lixwekirina tevahî xwendekaran a mask û pêkanîna dûrxistina ji hev e.

Sala xwendinê li dibistanan bi perspektîf û şîretên mamosteyan ji xwendekaran re dest pê kir ku divê xwendekar maskan bi kar bînin, dorveger dibistan bên dezenfektekirin û ji hev dûr bin da ku xwe ji vîrusê biparêzin.

Mamosteyê dibistana Şerîf Redî ya Qamişloyê Heval Îsa îşaret bi girtina wan a tedbîran kir û wiha got: "Dema xwendekar derbasî refên xwe dibin, destên wan dezenfekte dikin, maskan li her kesê nekiriye belav dikin û di refê de ji hev bi dûr dixin."

Îsa berdewam kir, ger xwendekar zêde bûn, dê 2 dewaman çêkin, anku saet ji 08:00’an heta bi 12:00’an dewamek û saet ji 13:00’an heta bi 16:00’an dewameke din.

Îsa bang li tevahî malbatên xwendekaran kir ku bi mamosteyan re alîkar bin û zarokên xwe ji bo pabendiya bi tedbîrên xweparastinê şîret bikin.

(sb/fr)

ANHA