Lihevkirina Hemas û Fetihê ber bi ku ve diçe?

Çavdêran destnîşan kir ku çûyîna tevgerên Hemas û Fetih ji bo Tirkiyê, di çarçoveya geşkirina rola Tirkiyê di doza Filistînê de ye û wekî helwestekê li dijî Misir, Îmarat, Behreyn û helwesta Komkara Erebî ye ku lihevkirina bi Îsraîlê re şermezar nekir.

Lihevkirina Hemas û Fetihê ber bi ku ve diçe?
27 îlon, 2020   08:04
XEZA-UMER MÛSA

Tevgerên Hemas û Fetih di 22’yê vê Îlonê de ragihand ku civînek li Tirkiyê li dar xistiye. Ew civîn ji bo lêkolîna lihevanîna di navbera wan de û lihevkirina li ser nêrîna hevbeş a pêşdeçûnên dawîn ên der barê doza Filistînê de li dar ket.

Li gorî daxuyaniya piştî civînê, lihevkirin li ser gelek nuqteyan çêbûn, jê lihevanîna her du tevgeran û piştre lidarketina hilbijartinên li Filistînê.

Ya herî balkêş, baldariya her du aliyên li ser pîrozkirina rola dewleta Tirk di lidarxistina civînê de  û helwesta wê ji doza Filistînê û îmzekirinên vê dawiyê yên bi Îsraîlê re, bû. Ev pîrozkirin, wek peyamek ji aliyên erebî yên bi serkêşiya Misir, Îmarat, Erebistana Siûdî û pê re Behreyn jî ku tev li îmzekirina bi Îsraîlê re bûne, hat. Ev peyam wek şîrovekirina xwesteka hevpar û nû ya Filistînê ye bi taybetî ji hêla desthilata Filistînê ve ya ku her dem pabendî domandina helwesteke hevseng li gel lêvegera erebî û helwesta erebî ye. Her wiha rola tevgera Hemasê jî di vê merheleyê de geşkirina rola tirkî-qeterî ya girêdayî kar û barên Filistînê ye.

Li gorî çavdêran, çavkaniya vegerandina di helwesta desthilata Filistînê de, aciziya ji helwesta Misirê bi taybet û helwesta Erebistana Siûdî, Îmarat û Behreynê ye.

Hêzên Filistînê wekî helwest li dijî Misir, Îmarat, Erebistana Siûdiyê û Behreynê, berê xwe da geşkirina rola dewleta Tirk di lihevanîna filistînî-filistînî ya di navbera Hemas û Fetihê de. Di heman demê de îmzekirina li ser peymana vegerandina foruma gaza rojhilata Deryaya Spî ya ji rêxistina herêmî re red kir. Ji ber ev forum di radeya yekemîn de dewleta Tirk hedef digire.

Li gorî pêngava destpêkê, geşkirina rola dewleta Tirk di lihevanînê de li ser hesabê misirî ye. Di aliyekî din de jî dûrxistina fermandarê berê ya tevgera Fetih Mihemed Dehlan a bi piştevaniya Misir û Îmaratê ji qada Filistînê ye.

Analîzvanên siyasî dibînin  ku çûna tevgerên Hemas û Fetih ji Tirkiyê re dê bi xwe re nakokiyan der barê têkiliya bi Misir, Îmarat û Erebistana Siûdî de bîne.

'DEWLETA TIRK PIŞTEVANÎ, PLANKIRIN Û DAMEZIRANDINA PARÇEBÛNA FILISTÎNÊ YA HUNDIRÎN PÊK ANÎ'

Têkildarî mijarê nivîskar û analîzvana siyasî Mihemed Ebû Mihadî destnîşan kir ku dewleta Tirk ji destwerdanên yekser ên li rewşa siyasî ya Filistînê ne dûr bû, her wiha ji yek dewletên ku piştevanî, plankirin û damezrandina parçebûna hundirîn a Filistînê pêk aniye û li gel wê jî Qeter. Her wiha sîwana siyasî û aborî ya domandina vê parçebûnê ji bo berjewendiyên xwe dabîn kir.

Ebû Mihadî wiha domand: "Ji dêvla Qahîreyê altarnatîf tune ye. Dewleta Tirk, Qeter, serokê Filistînê û Hemasê dizanin ku lihevanîn bi destê Qahîreyê ye û bidawîbûna parçebûna bêyî wê pêk nayê."

Ebû Mihadî  da zanîn ku dewleta Tirk û pê re jî Qeterê di pêşketina dosyaya lihevanînê de ya bi piştevaniya Misirê bi taybet a li vê dawiyê li Qahîreyê bi rêya aliyên siyasî yên Fetih û Hemasê pêk hatiye, asteng dikir.

'NE PÊKAN E LIHEVANÎN BÊYÎ KOMKARA EREBÎ PÊK WERE'

Ebû Mihadî diyar kir ku ne pêkan e lihevanîn bêyî ereban, Komkara Erebî û Misirê tevî hemû rewşa di vê merheleya ku dewletên Ereb tê re derbas dibin, pêk were.

Ebû Mihadî texmîn kir ku ev ger û pêşandana li Tirkiyê "dê bi ser nekeve" ji ber ku ew bi tenê bêyî Ereban û bi pejirandina Komkara Erebî hate kirin, da ku rewabûna pergala siyasî ya Filistînê ji nû ve bike, piştî zirara ku di salên borî de kişandiye.

(fr)

ANHA