Beşdarên çalakiya hunerî azara şêniyên Efrînê nîşan didin

Koçberkirina bi darê zorê ya ji bajarê Efrînê yê dagirkirî ber bi kantona Şehbayê ve, dîmenîn biêş ên komkujiyên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî bajarê Efrînê pêk anîbûn, bîranên biêş tînin bîra mirov.

Beşdarên çalakiya hunerî azara şêniyên Efrînê nîşan didin
Beşdarên çalakiya hunerî azara şêniyên Efrînê nîşan didin
20 îlon, 2020   07:39
ŞEHBA-CAFER CAFO-FÎRAS ÎBRAHÎM

Bi dirûşma "Efrîn bang li me dike… qîrîna Sûriyê ye" Komîna Wênexêziyê ya Desteya Çand û Hunerê ya herêma Efrînê bi hevkariya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) 17`ê Tebaxa derbasbûyî çalakiyek hunerî ya tabloyan li dar xist.

Hizra çalakiyê ji bingeha ravekirina azarên koçberên ku bi darê zorê ji malên xwe derketine, pêk hat. Berpirsên çalakiyê xwest bi rêya wê, nameyekê girêdayî sûcên dermirovî yên ku tên kirin, bidin cîhanê.

40 hunermendên ji herêma Efrînê û bi temenên cuda beşdarî çalakiya hunerî bûn. Çalakî dê derdora meh û nîvekê dewam bike.

Ji nav endamên ku beşdarî çalakiyê bûne Mihemed Şêx Dehdo yê 15 salî û ji gundê Maratê ye û Elî Îbrahîm ê 50 salî û ji gundê Gurda ye.

Tişta belkêş ew e ku beşdarên temenên wanbiçûk û mezin hene û her beşdarek azara şêniyên Efrînê bi rêbaza xwe nîşan dide.

Mihemed Şêx Dehdo piştî ku di Adara 2018`an de ji Efrînê koçber bû, bi 6 tabloyan beşdarî çalakiya hunerî ya Komîna Wênexêziyê dibe. Di tabloyên xwe de wêneyên zarokên Efrînê yên ku ji ber êrişan endamên laşên xwe û dê û bavên xwe winda kirine, nîşan kirine. 

Mihemed Dehdo hîna 8 salî bû dest bi wênexêziyê kiriye. Bavê wî, wî hîn zêdetir teşwîqî behreya wî kiriye û nehiştiye dev jê berde. Mihemed Dehdoyê ku li Maratê diman, bi hin tabloyên sade yên ku zarok li dibistanê û malê xêz dikin dest bi hunera xwe kiriye.

Mihemed Şêx Dehdo dibêje: “Min xwest bi rêya vê pêşnegehê azarên efrîniyan di destwerdana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de rave bikin û nîşanî cîhanê bidim. Piştî dagirkirina Efrînê û şênî koçberî Şehbayê bûn, min hîn zêdetir xwest wêneyan xêz bikim û dev ji behreya xwe bernedim."

Mihemed Dehdo dibêje ku rêveberiyên di Komîna Wênexêziyê de Erdelan Îbrahîm û Sebah Elî wî teşwîq kirine û alîkariya wî di xêzkirina tabloyên hunerî de kirine.

Ji nava beşdarên çalakiyê, Elî Îbrahîm e. Ev cara yekemîn e ku Îbrahîm beşdarî çalakiyên hunerî yên wênexêziyê dibe, der barê vê yekê de wiha got: "Dema min bihîst ku çalakiya hunerî ya wênexêziyê heye, yekser min got ez ê beşdar bibim. Tevî ku ev tecrûbeya min a yekemîn e, lê dîsa jî min xwest êş û azara me û sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî me bi taybet zarokan ragihînim cîhanê.”

Elî Îbrahîm bi xwe ji gundê Gurda yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê dagirkirî ye, ji zaroktiya xwe ve tabloyan xêz dike. Têkildarî mijarê vê yekê dibêje: "Ji zaroktiya xwe ve ez fêrî wênexêziyê bûme. Ji ber ku ez ketim bin bandora xwezaya gundê xwe ya xweşik ku bi darên zeytûnê û daristanî dewlemend e û li ser rêzeçiyayan e.”

Ruxmî ku Elî Îbrahîm temen mezin e, lê dîsa jî beşdarî çalakiya Komîna Wênexêziyê bûye.

Elî Îbrahîm diyar kir ku derketina ji malê bandoreke mezin lê kiriye. Ew  kêliyên bi êş dehf dan wî ku wê azarê xêz bike û bi rêya wê ji cîhanê re rastiya sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî efrîniyan nîşan bide.

Elî Îbarhîm bi du tabloyan beşdarî çalakiyê bûye û di van tabloyan de wêneyên zarokên birîndar ku wan li nexweşxaneya Efrînê dîtine û ji ber êrişên artêşa Tirk ên li ser kantona Efrînê endamên laşê xwe wenda kirine, xêz kiriye.

(eh)

ANHA