Li herêmên hikumeta Şamê 34 kesên din bi koronayê ketin

Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê ragihand ku 34 kesên din bi vîrusa koronayê ketin û 2 jî mirin.

Li herêmên hikumeta Şamê 34 kesên din bi koronayê ketin
19 îlon, 2020   19:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê got ku li Sûriyê 34 kesên din bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketin û  2 jî mirine.

Wezaretê got ku hejmara pêketiyên vîrusê bû 3 hezar û 765'an û hejmara miriyan jî  gihaşt 170'î.