Rêveberiya Xweser desteka warê çandiniyê dike

Desteya Çandinî û Aborî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 13 navend ji bo belavkirina cureya baş a tovên genim li cotkaran veqetandin. Her wiha dixwaze bi rêya peymanan tov bide cotkaran da ku piştgiriya wan bike.

Rêveberiya Xweser desteka warê çandiniyê dike
Rêveberiya Xweser desteka warê çandiniyê dike
Rêveberiya Xweser desteka warê çandiniyê dike
Rêveberiya Xweser desteka warê çandiniyê dike
Rêveberiya Xweser desteka warê çandiniyê dike
Rêveberiya Xweser desteka warê çandiniyê dike
Rêveberiya Xweser desteka warê çandiniyê dike
Rêveberiya Xweser desteka warê çandiniyê dike
Rêveberiya Xweser desteka warê çandiniyê dike
17 îlon, 2020   03:21
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED MIHEMED

Li gel amadekariyên Rêveberiyên Xweser ji bo peydakirina pêdiviyan ji cotkaran re bi taybet tovên genim, cotkarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi amadekariyên pêşwazîkirina sala çandinî ya nû dikin.

Tê zanîn ku şêniyên herêmê debara xwe di radeya yekemîn de bi çandiniyê dikin nexasim çandiniya bejî, di nav de çandina genim. Ji ber wê cotkar her sal mîna vê demê di meha Îlonê de zeviyan dajon û wê ji bo sala çandiniyê ya nû amade dikin û tovan dikirin.

Ji bo dabînkirina tovên genim ji cotkaran re, Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji 10`ê Îlonê ve ragihandiye ku ew ê tovan belav bike. Hevserokê Desteyê Selman Barûdo bi rêya ANHA`yê ev yek ragihandibû û gotibû: “Li herêmên me warê çandiniyê ji warên herî girîng e. Nexasim ku genim madeyek stratejîk e û girîngtirîn jêderên xwarinê ye.”

Li gorî berpirsan, piştî ku navendan bêjingkirin û dezenfektekirina tovan bi dawî kirin, Rêveberiya Xweser ji bo hêsankirina xebatên belavkirina tovan, 13 navendên sereke li herêmên cuda li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo radestkirina tovên genim diyar kirin.

Rêveberiya Xweser bi rêya Desteya Aborî û Çandiniyê destnîşan dike ku dema radestkirina tovan û miqdara wê nehatiye diyarkirin. Her wiha îşaret pê kir ku li gorî pêwîstiyê dê miqdareke din belav bike û xebatên belavkirin û frotina tovan dê heta ku hemû pêwîstiyên xwe ji tovan temam bikin, berdewam bike.

Desteya Aborî û Çandiniyê tona cureya baş a genim bi 360 hezar lîreyên Sûriyê diyar kir. Cotkar dikarin next û deyn bi rêya peymanên di navbera cotkar û desteyê de bi rêya gerînendeyên çandiniyê yê li herêmê tovan bikirin.

Ji bo ku cotkar tovên genim bê astengî bi dest bixe, Desteya Aborî û Çandiniyê mekanîzmayek destnîşan kiriye. Cotkar belgeyek ji komînê girêdayî rûbera ku dixwaze biçîne, ji gerînendeyên çandiniyê re pêşkêş dike. Gerînende jî miqdara tovê pêwîst ji cotkar re diyar dike da ku ji navendan wê miqdarê ji navendan bigire.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/0zwUDaifquQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>