Bijîşkên beyterî li Dêrazorê sendîkaya xwe ava kir

Piştî gelek civînên bi bijîşkên beyterî û sewalvanan re, Rêxistina Civaka Sivîl a Dêrazorê îro sendîkaya bijîşkên beyterî ava kir, her wiha navenda wê li bajarokê Kesra yê li rojavayê Dêrazorê ye.

Bijîşkên beyterî li Dêrazorê sendîkaya xwe ava kir
14 îlon, 2020   12:34
DÊRAZOR

Rêziknameya sendîkayê hat danîn, dengdayîn li ser çêbû, serok, cîgir û serkreterên wê hatin hilbijartin.

Endama rêveber a Rêxistina Civaka Sivîl Mereh Ehmed destnîşan kir ku tevahî civînên berê bi beşdariya gelek bijîşkên beyterî yên pispor û xwediyên sewalan hatine lidarxistin, îro bi avakirina sendîkaya bijîşkên beyterî bi encam bû. Dê ev sendîka jî bibe piştevaniya sereke di pêşdeçûn û geşkirina sewalvaniyê de bixebite.

Li aliyekî din jî serokê sandîkayê Dr. Abdullah Xalid Hemed diyar kir ku xebata wan a destpêkê bi damezirandina sendîkaya bijîşkan bi encam bû û wiha domand: "Me bi mehan hewl da xwe bigihînin peywendî û rêxistina bi bijîşkên li gundewarên Dêrazorê re, ev jî bû dendika damezirandina sendîkayê li herêmê."

(fr)

ANHA