Li bajarokê Zîbanê motorsîklêtek teqiya, 2 sivîl şehîd bû

Di encamêa teqîna motorsîkletekê li bajarokê Zîban ê rojhilatê Dêrazorê de, 2 sivîl şehîd bû û 2 jî birîndar bûn.

Li bajarokê Zîbanê motorsîklêtek teqiya, 2 sivîl şehîd bû
14 îlon, 2020   12:14
DÊRAZOR

Di dema derbasbûna dewriyeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn de motorsîklêt teqiya. Motorsîklêt li nêzî dikanekê li sûka bajarokê Zîban li ser rêya giştî bû.

Di encama teqînê de, şêniyê bi navê Hemîd Bekir şehîd bû, her wiha Xidir Nezal û Emas Cehîm birîndar bûn û ew rakirin nexweşxaneyê.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn cihê bûyerê dorpêç kir û dest bi lêpirsînê kir.

(fr)

ANHA