Yewnanistan û Tirkiye dê sibê li Brukselê bicivin

Têkildarî diyalogên der barê rawestandina ragêşiya li Rojhilata Deryaya Spî de sibê dê Yewnanistan û Tirkiye li navenda NATO`yê Brukselê bicivin.

Yewnanistan û Tirkiye dê sibê li Brukselê bicivin
14 îlon, 2020   12:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên dîplomatîk ên li Atînayê ji rojnameya Yewnanistanê Kathimerini re ragihand ku ji bo lidarxistina diyalogên leşkerî yên der barê rawestandina ragêşiya li rojhilatê Deryayê Spî de, sibê dê nûnerên Yewnanistan û Tirkiyê li navenda NATO`yê ya li Brukselê bicivin.

Sekretêrê giştî yê NATO`yê Jens Stoltenberg hewl dide ji bo nîqaşa mekanîzmaya derbaskirina ragêşiyê, her du aliyan bîne ser maseya dan û standinan, ji ber ku ji erkê wê ye aloziya di navbera hevalbendên NATO`yê de çareser bike.

 (eh)