Rayedarên girtîgehê rê nadin Nergîs tedawî bibe

Malbata aktîvîsta mafên mirovan a girtî Nergîs Muhammedî ragihand ku rê nadin Nergîs were tedawîkirin û bang li saziyên mafê mirovan kir ku bi erkê xwe rabin.

Rayedarên girtîgehê rê nadin Nergîs tedawî bibe
5 cotmeh, 2024   10:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Malbata aktîvîsta mafên mirovan a girtî Nergîs Muhammedî têkildarî rewşa Nergîsê daxuyaniyek belav kir.

Malbatê di daxuyaniya xwe de ragihand ku li gorî biryara nivîskî ya dixtorê dil, pêwîst bû di vê mehê de Nergîs ji bo kontrolê serdana nexweşxaneyê bikira, lê rayedarên girtîgehê rê nadin Nergîs serdana nexweşxaneyê bike.

Di heman daxuyaniyê de hate gotin ku li gorî dixtoran, pêwîste Nergîs bi aweyek lezgîn were emeliyatkirin. Malbatê bang li saziyên mafê mirovan kirin ku li ser rewşe erka xwe bicih bînin.

Hêjayî gotinê ye meha borî jî rayedarên girtîgeha Evîn 3 caran rê nedan ku Nergîs serdana nexweşxaneyê bike.

Nergîs Muhammedî ji ber têkoşîna wê ya li dijî sernixumandina li ser jinan tê ferzkirin û cezayê darvekirinê li Îranê, ji sala 2021’an û vir ve di Girtîgeha Evîn a Tehranê de tê ragirtin.