16 baroyên Bakûrê Kurdistanê: Deriyê sînor ê Murşîtpinar vekin

Baroyên 16 bajarên Bakûrê Kurdistanê ji bo alîkarî bighîje Kobanê daxwaza vekirina deriyê sînor ê Murşîtpinarê kirin.

16 baroyên Bakûrê Kurdistanê: Deriyê sînor ê Murşîtpinar vekin
29 ÇILE, 2026   09:52
NAVENDA NÛÇEYAN

16 baroyên li Bakûrê Kurdistanê Semsûr, Agirî, Êlih, Çewlîg, Bedlîs, Dersim, Amed, Îdir, Colemêrg, Qers, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Riha, Şirnex û Wan derbarê dorpêçkirin û êrîşên li ser Rojava de daxuyaniyek hevpar weşandin. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku pevçûn û krîza mirovî li Kobanê bi taybetî ji bo jin, zarok, kal û pîr, nexweş û sivîlan gihîştiye asteke krîtîk.

Baroyan, dan zanîn ku gihîştina pêdiviyên bingehîn ên xwarinê, tenduristiyê û stargehê bi temamî sînordar bûye û hat gotin ku mafê jiyanê yê sivîlan di bin gefek mezin de ye.

Baroyan, diyar kirin ku girtina deriyê sînor ê Murşitpinarê û astengkirina derbasbûna alîkariya mirovî ji bo Kobanê binpêkirina hiqûqa navneteweyî û mafên mirovan e.

Hat gotin ku nabe alîkariya mirovî ji ber sedemên siyasî an ewlehiyê bên astengkirin û dewlet mecbûr in ku sivîlan biparêzin û gihandina alîkariyê misoger bikin. Baroyan, daxwaz kirin ku demildest deriyê sînor ê Mûrşîtpinar bê vekirin û ji bo pêşî li keraseta mirovî ya mezin bê girtin divê alîkarî bê astengî derbas bibe.

Baroyan di dawî de diyarkirin ku serlêdanên wan yên nivîskî wê ji hemû rayedarên têkildar re, bên şandin û ew bi rêzdarî ji raya giştî re radigihînin ku  dê pêvajoyê hem di aliyên qanûnî û hem jî di aliyên mirovî de bişopînin.”