Li baregeha artêşa Tirk a dagirker teqînek mezin rû da- HATE NÛKIRIN

Li gundewarê Efrînê ya dagirkirî teqîneke mezin li baregeheke artêşa Tirk a dagirker rû da. Tê gotin ku kuştî û birîndarên artêşa dagirker hene.

Li baregeha artêşa Tirk a dagirker teqînek mezin rû da- HATE NÛKIRIN
12 îlon, 2020   16:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, li gundê Xezawiyê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê li baregeheke arêtşa Tirk a dagirker teqînek bi hêz rû da.

Sedem û encamên teqnînê nehatin zanîn.

Her wiha hate diyarkirin helîkoptêra artêşa Tirk li gundê Celemê ya navçeya Cindirêsê daketiye ji bo ku birindar û kuştiyên xwe rakin.

 ANHA