Êrişên dewleta Tirk li Helsînkiyê hatin şermzarkirin

Kurdistaniyên li paytexta Fînlandiyayê Helsînkiyê êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.

Êrişên dewleta Tirk li Helsînkiyê hatin şermzarkirin
12 îlon, 2020   13:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Li paytexta Fînlandiyayê Helsînkiyê Bi dehan Kurd û dostên wê bi çalakiyekê êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.

Di çalakiyê de diruşmeyên silavkirina berxwedana Heftenînê û şermezarkirina dewleta Tirk hatin berzkirin. Her wiha belavok bi zimanên kurdî û îngilîzî hatin belavkirin.

ANHA