Jinên Reqayê: Divê em li hemberî artêşa Tirk a dagirker bi yek bin

Bi dehan jinan li bajarê Reqayê li dijî sûcên dewleta Tirk li herêmên dagirkirî bi dirûşma "Em li dijî dagirkeriya Tirk bibin yek"meşiyan.

Jinên Reqayê: Divê em li hemberî artêşa Tirk a dagirker bi yek bin
Jinên Reqayê: Divê em li hemberî artêşa Tirk a dagirker bi yek bin
Jinên Reqayê: Divê em li hemberî artêşa Tirk a dagirker bi yek bin
Jinên Reqayê: Divê em li hemberî artêşa Tirk a dagirker bi yek bin
12 îlon, 2020   12:33
REQA

Rêveberiya Jinan a bajarê Reqayê ji bo şermezarkirina sûcên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê yên dagirkirî meşek organîze kir.

Meş ji şitilgeha li başûrê bajêr dest pê kir û heta kevana sereke ya pirê domiya. Karmendên jin ên saziyên sivîl, meclisên herêmî, saziyên jinan, şaredariya gel, hiqûqnas û rewşenbîr tevlî meşê bûn.

Beşdaran pankartên bi nivîsên "Suryan, Kurd, Ereb û Asûr em li hemberî dewleta Tirk a dagirker bibin yek", "Wijdana navneteweyî ji sûcên Erdogan ên li dijî jinan li Rojhilata Navîn li ku derê ye?", "Erdoganê sûcdar sivîlan bi fisfor û napalmê dişewitîne", "Na ji dagirkeriya Tirk ji Iraqê, Sûriyê û Lîbyayê re" û wêneyên şehîdan hildan.

Meş li ber kevana sereke veguherî mîtîngê. Piştî deqeya rêzgirtin, Fehîme Casim bi navê Rêveberiya Jinan a Reqayê wiha got: “Di vê demê de çeteyên dewleta Tirk a dagirker hovantirîn cureyên zulm û tundiyê pêk tînin û berhemên welêt talan dikin.”

Fehîme Casim wiha domand: “Bi navê jinên bajarê Reqayê em li vir bi tevahiya pêkateyên Sûriyê re di erdnîgariyekê de kom bûne, da ku ji cîhanê re piştrast bikin ku êş û birînên me yek in. Em sûcên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî gelên me li herêmên dagirkirî, pêk tîne şermezar dikin."

Fehîme Casim di dawiyê de bang li tevahiya dewletên cîhanê û rêxistinên mirovî kir ku helwesteke cidî bigirin û alîkariya gelê Sûriyê bikin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="316" src="https://www.youtube.com/embed/nz-MXQSKRqQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>