Danûstandinên aşitiyê di navbera Efganistan û Talîban de destpê kir

Hikumeta Efganistanê û Tevgera Talîban îro li paytexta Qeterê  Dewha bi amadebûna hêzên navnetewî û herêmî, destpê kir.

Danûstandinên aşitiyê di navbera Efganistan û Talîban de destpê kir
12 îlon, 2020   12:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Berpirsiyar, dîplomat û şirovekaran diyar kirin ku tevî ev kombûna li ser maseya danûstandinan di navbera her du aliyan de bi tena xwe serkeftinek e, lê ev nayê wê wateyê ku rêya aşitiyê  wê hêsan be.

Gelek perpirs û diplomatên cîhanê bi rêya vîdyoyan beşdarî rûniştina vekirinê bûn. Di nava wan de Sekertêrê  Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, Sekertêrê Giştî yê NATO`yê û wezîrên karê derve yên Çîn, Hindistan, Tirkiye û Pakistanê û berpirsyarê siyaseta derve yê Yekîtiya Ewropayê jî hebûn.

Serokê Komîteya Lihevanînê yê Efganistanê Ebdulah Ebdulah diyar kir ku  gelê Efganistanê hêvî dike ku ev danûstandinên aştiyê serkeftî bin û destnîşan kir ku ew ê vê rojê weke dawiya êşên gel bi bîr bînin û spasiya Tevgera Talîban kir.

oh