Ezaz nasnameya xwe ya sûriyetiyê winda dike

Çend rojên din bajarê Ezazê nasnameya xwe ya sûriyetiyê bi temamî winda dike. Ji ber ku buroyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker bikaranîna pereyên tirkî ferz kirine. Pispor hişyarî didin "Nîşandeyên xurt hene ku dewleta Tirk herêmên Sûriyê yên ku dagir kirine ji Sûriyê qut bike û bi Tirkiyê ve girêde." Her wiha endamên "Îtîlafê" bi "Trumpetên ku van kiryaran vedişêrin û rewa dikin" bi nav dikin.

Ezaz nasnameya xwe ya sûriyetiyê winda dike
12 îlon, 2020   03:23
NAVENDA NÛÇEYAN –AZAD SEFO

Projeya bi navê Îtîlafa Sûriyê (Îtîlafa Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Opozisyona Sûriyê) xeteriyeke cidî li ser yekitî û ewlehiya xaka Sûriyê çêdike. Destpêkê hişt ku hêzên dewleta Tirk a dagirker derbasî xaka Sûriyê bibe û gelek herêman dagir bike. Piştre rê da ku demografiyaya herêmê biguhere û alên dewleta Tirk lê hildan. Herî dawî bikaranîna pereyên Tirkiyê li herêmên ku dagir kirine ferz kir.

'ÎTÎLAF AMÛRA PÊKANÎNA PLANÊN TIRKIYÊ YE'

Têkildarî mijarê akademîsyen û lêkolînerê siyasî Îbrahîm Muslim axivî û got: "Gelek rayedarên îtîlafê heke eşkere be an jî veşartî be îtîraf kirin ku hebûna wan ji bo xizmeta dewleta Tirk û pêkanîna planên wê li Sûriyê ne. Civîna dawî ya nûnerê DYA'yê yê taybet ji bo Sûriyê Joel Raybrunn û îtîlafê ku li Stenbolê pêk hatibû, mînaka herî berbiçav a vê yekê ye. Raybrunn di wê civînê de got: “Ji Esed zêdetir hûn dijminahiya QSD'ê dikin û pens şikand. Yanî armanca we ne şerê li dijî rejîma Sûriyê ye, lê belê armanca we pêkanîna dewleta Tirk e ya ku dijberiya QSD'ê dike."

Muslim destnîşan kir ku dewleta Tirk gelek rayedarên opozisyona ser bi îtîlafê ve girtin ji ber ku ne li gorî wan diaxivin, mîna Ehmed Rehal û hin kesên din mînakeke din li ser bikanîna îtîlafê wekî amûra pêkanîna planên Tirkiyê ye.

Îbrahîm Muslim destnîşan kir ku endamên îtîlafê nûnertiya sûriyan nakin, lê ji aliyê Tirkiyê û Qeterê ve wekî nûnerên sûriyan hatine ferzkirin û weha axivî

"Civaka navdewletî di ferzkirina zextê li Tirkiyê de ji bo ku ji opozisyonê jê xilas bike bi ser neket. Em dibînin ku di civînên Neteweyên Yekbûyî de bi nûnerên rejîmê re dicivin da ku li ser gelê Sûriyê biryar bidin. Jixwe gelê Sûriyê wan wekî nûnerê xwe nabîne."

Di gaveke nû de ku li ser siyasetên tirkkirinê li herêmên Sûriyê yên ku dewleta Tirk û çeteyên wê dagir kirine, "Daîreya Zimhêrê ya Ezaz û gundewarê wê", di 7'ê Îlonê de, muhleta 10 rojan da bazirganên Sûka Hal ji bo dest bikaranîna lîreyên tirkî li şûna ya sûrî bike û gef li wan xwar ku heke pereyên tirkî bi kar neynin dê werin cezakirin.

Li ser mijarê, Îbrahîm Muslim got: "Ferzkirina pereyên tirkî li herêmên Tirkiyê dagir kirine yên rojavayê çemê Firatê, dikeve çarçoveya siyasetên Tirkiyê yên tirkkirina herêmê di aliyê aborî û malî de. Beriya wê zimanê tirkî li dibistanan ferz kir. Her wiha gelek bankên tirkî li vê herêmê vekirin û xwestin ku pereyên biyanî wekî dolar û euro neyên bikaranîn. Di hundirê Tirkiyê de bi xwe pereyên biyanî tên bikaranîn."

"Hikumeta Sûriye ya demkî" di 9'ê Hezîrana borî de, bi hinceta ketina nirxê lîreya sûrî, lîreya tirkî li herêmên dagirkirî ferz kir.

Li Efrîn û Ezazê Al û wêneyên ''Sultanê Tirkiyê''

Ji bo xurtkirina dagirkeriya Tirk li herêmê gelek avêt hatin avêtin. Li herêmên dagirkirî wekî Bab, Ezaz, Efrîn û Raî, meclisên herêmî yên girêdayî dagirkeriyê polîtîkayên tirkkirinê dan meşandin. Deverên giştî wekî dibistan û nexweşxane kirin tirkî û ala dewleta Tirk û wêneyên serokkomarê wê Recep Tayyîp Erdogan li ser avahiyan hildan. Ev senaryo niha li Girê Spî û Serêkaniyê dubare dibe.

''MÎSAQA MILLÎ PÊK TÎNE'

Akademîsyen û lêkolîner Îbrahîm Muslim bal kişand ser van kiryaran û got: "Tirkiye herêmên Sûriyê yên ku dagir kirine wekî parçeyekî ji dewleta Tirk a li gorî mîsaqa millî dibîne.

Li gorî nexşeyên ku navendên lêkolînan ên dewleta Tirk belav dikin, diyar dibe ku Tirkiye beşê bakurê Helebê li ser dirêjahiya Lîwa Iskenderûn anku herêma Efrîn heta Ezaz, Bab, Minbic, Kobanê, rojhilatê Firatê heta herêma Cizîrê, Başûrê Kurdistanê heta Mûsil û Kerkûkê wekî beşekê ji dewleta Tirk dihesibîne.

Her wiha li gorî nexşeyên ku navendên lêkolînan ên girêdayî dewleta Tirk û malpera serokkomarê Tirkiyê bi wêneyên Erdogan re jî belav kirine, tevahî Qibris, beşek ji Yewnanistan, beşek ji Ermenistanê li bakur û beşên dewletên bakur û rojhilatê Tirkiyê (Yekitiya Sovet) di nexşeyê de hatiye diyarkirin.

QEZENCIYÊN ABORÎ

Dewleta Tirk bi rêya ferzkirina pereyên xwe li derveyî xaka xwe û çalakkirina wê bi awayekî berfireh hewl dide aboriya xwe xurt bike.

Tunelên leşkerî yên ku di salên dawî de zêde bûne, hilweşîna pereyên herêmî û belavbûna vîrusa koronayê, barê li ser xezîneya dewleta Tirk zêde kir ku bû sedema pirsgirêkên aborî li Tirkiyê.

Muslim bal kişand ser qezenciyên ku Tirkiyê ji ber ferzkirina pereyên xwe li Sûriyê digire û got: " Lîreyê tirkî di bin bandora zêdebûna neyartiya li hember rîskên ku li cîhanê fişara firotanê zêde dike de, daket astek tomar, bin 7,49 dolarî, û lîreyê di 7,492020 dolar de astek nizm tomar kir, ku ziyanên xwe li hember diravê Amerîkî ji destpêka vê salê ve gihand ji sedî 21, di navbera pereyên ku li cîhanê performansa herî xirab didin."

Pisporê aboriyê Ehmed Pelda got: ``Dema ku dewletek bixwaze herêmekê têxe bin desthilata xwe, dest davêje sistema wê ya diravî, birêya firotina çekan û alavên leşkerî û bazirganiyê aboriya wê herêmê bi xwe ve girê dide. Em dikarin weke mînak behsa siyasetên Tirkiyê yên başûrê Kurdistanê bikin, ew hemû pêdiviyan difiroşine Kurdistanê, salane bi buhayê 12 milyar dolaran bazirganiyê dikin, ev hemû diçine xezîneya Tirkiyê, lê eger Tirkiye bixwaze bazirganiyê bi lîreya Tirkiyê tenê bike, wê çaxê başûrê Kurdistanê bi awayekî rasterast dikeve bin serweriya dewleta Tirk.``

Ehmed Pelda destnîşan kir ku "Em vegerin mijara Tirkiyê û xwesteka wê ya ferzkirina serweriya xwe li wan herêman bi rêya bazirganî û mûçeyên karmendan, heke pereyên sûrî an dolar jî bi kar bîne wê nikaribe serwer bike. Îro em dibînin ku Tirkiyê pereyên tirkî li wan herêman ferz dike, ev nîşan dide ku dewlemend, xizan, mezin û biçûk rasterast bi Tirkiyê ve girê dide."

Pelda got: "Bikaranîna hemû beşên civakî bi rêya sîstema diravî ye, bi vê sîstemê bikaranîna lîreya tirkî ferz dike. Avakirina têkiliyan bi aliyê tirkî li gorî vî esasî ye."

Girêdayî helwesta hikumeta Sûriyê li ser vê yekê Pelda ev tişt destnîşan kir, "Di vir de rola hikumeta Sûriyê tê, heke hikumeta Sûriyê têkilî bi herêmê re qut kiribe, wê demê tê wateya ku herêm radestî Tirkiyê kiriye. Lê heke berevajî wisa xwestibe, wê demê divê pereyê xwe ferz bike, wê nakokî li ser nirxê pereyan be."

' QEZENCKIRINA ÇETEYAN'

Aborînas Ehmed Pelda her wiha got: "Şandina çeteyên Sûriyê yên ku perwerde li Tirkiyê dîtine ji bo Lîbyayê û dana wan mûçeyan li beramberî çûyîna wan a ji bo şerê li wir kaxezeke zextê li dijî çeteyan e, da ku her tim li Tirkiyê vegerin. Nemaze ku dolar li Tirkiyê geh kêm dibe û geh jî bilind dibe. Lewra dema mûçeyan bi pereyên tirkî be, Tirkiyê rasterast ji dolarê xilas dibe û pereyek kêm dide. Li aliyekî din, dema wan çete, polîsên leşkerî û komên girêdayî wê bi xwe ve girêdide, ev yek dide diyarkirin ku rasterast ayidê wê ne."

ANHA